Li Başûrê Rojava Newroza îsal
NAVENDA NÛÇEYAN - Newroza 2011 a ku mohra xwe dîrokê xist, ne tenê li Bakûrê Kurdistanê, li Başûrê Rojavayê Kurdistanê jî bi coşeke bi heybet hat pîrozkirin. Bi sedhezaran Kurdên Başûrê Rojavayê Kurdistanê cejna Newrozê bi coşeke bêhempa pîrozkirin.
Coşa Newrozê li Başûrê Rojavayê Kurdistanê, bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin. Li bajarên Qamîşlo, Efrîn, Hesekê, Dêrka Hemko, bajarên Sûriye Şam, Heleb, Reqa û li Libnanên ji aliyê sedhezaran ve hat pîrozkirin.
Şahiyên Newrozê li bajarên li Qamişlo, Efrîn, Tirbêsî, Serê Kanî Hesekê, Dêrka Hemko, Amûdê, Kobanî yên Başûrê Rojavayê Kurdistanê jî bi dirûşima “An Azadî an Azadî” hatin lidarxistin. Di şahiyên bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK-KCK, PYD hatin xemilandin de bê navber dirûşimên dilsoziya bi Ocalan re hatin qîrîn. Kurdan di çalakî û şahiyên li darxistin ku bang naskirina mafê gelê Kurd ên li Sûriyeyê li rejîma Beas a Esad kirin.
Di piraniyan şahiyan de peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Murat Karayilan, KCK û PYD hatin xwendin. Gelê Kurd ê li Başûrê Rojavayê Kurdistanê de banga rakirina rewşa awerte li rejîma Beas kir.
Di pîrozbahiyên bi dirûşima “An Azadî An Azaî” li Qamişlo, Efrîn, Dêrka Hemko, Amûdê, Hesekê, Kobanî û Dirbêsîyê de bi sedhezaran Kurd amade bûn. Hat diyarkirin ku Newroz 2011, li Başûrê Rojavayê Kurdistanê jî bû Newroza herî mezin a dîrokê.
Pîrozbahî ne tenê li Kurdistanê li bajarên Sûriye Heleb, paytest Şam û Reqayê bi awayekî girseyî hat pîrozkirin. Hat diyarkirin ku pîrozbahiya li Helebê gihişt 300 hezar, ya Şamê 40 hezar û ya Reqayê jî 15 hezar.