Li başûrê Sûriyê jî xweserî hate ragîhandin
NAVENDA NÛÇEYAN – Li parêzgeha Siwêda yê li başûrê Sûriyê ku piraniya şêniyên wê dirzîne gelê herêmê û rûspiyên rêveberiya xweser raghîhandin.
Li gorî agahiyên ji malpera Kelam El-Yewm hate wergirtin, piştî ku roja înê komeke çekdar mezinê Şêxên herêma Siwêda Wehîd El-Belûs li ser riya Dehir El-Cebel hedef giritn û tevlî 7 kesên din qetil kirin. Rûspiyên herêmê û gel hêzên rêjîmê tewambar kirin û gotin ku ew li dû êrîşê ne.
Rûspiyên herêmê li hev civiyan û bi daxuyaniyek rêveberiya xweser îlan kirin. Di daxuyaniya rûspiyên herêmê ku bi navê Rîcal El-Kerama (Zilamên Rumetê) de hate gotin ku Şêx Refet El-Belûs wekî rêveberê herêmê hate erkdar kirin, her wiha herêma Çiyayê Ereban a Siwêde wekî herêmeke rizgarkirî ragîhandin û hêzên elwkariyê ji herêmê hate derxistin.
“Zilamên Rumetê” yê dirziyan ewlekariya herêmê girtin ser xwe û wan dest bi parstina riyên ketin û derketina herêmê kirin. Rûspiyên herêmê destnîşan kirin ku dê hemû saziyên sivîl û xizmetan di bin rêveberiya xweser de karê xwe bidomîn û dê desteyên demî ji bo parstina saziyan û ewlekariya herêmê bêne avakirin.
Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin ku dê Desteya Demî ya rêveberiyê bi komên çekdar ên li herêmê bikeve nava têkiliyan, wê sîstema parstinê bi rêxistin bike û hemû herêmên di bin destê hêzên rêjîmê de paqij bike.
Di daxuyaniyê de her wiha bang li hemû gelê Siwêda hate kirin ku vegerin û di parastina herêmê de cihê xwe bigirin.
Parêzgeha Siwêda li başûrê Sûriyê dikeve û piraniya şêniyên wê ji pêkhateyên dirzî ne, di pêngava şoreşa gel a Sûriyê de heta niha tu aloziyên cidî li Siwêda pêk ne hatibû, di demên dawî de li herêmê hewldanên xwe rêxistinkirinê dihate kirin.
(dc)
ANHA