1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Bedlîsê li ser riyên HPG'iyan kemîn
Li Bedlîsê li ser riyên HPG'iyan kemîn,li,bedlîsê,li,ser,riyên,hpg,iyan,kemîn

Li Bedlîsê li ser riyên HPG'iyan kemîn

A+ A-

BEDLÎS (DÎHA) - Komîsyona şopandinê ya li Bedlîsê hate avakirin piştî agahiyên di vekişandina HPG'iyan de li ser riyên wan kemîn tên danîn li çiyayên Bedlîsê lêkolîn kirin. Welatiyên herêmê jî dijîn agahiya kemîn danînê piştrast kirin. Endamên komîsyonê çûn kozikên cerdevanan û tevgera wan di cih de tesbît kirin.

Li Bedlîsê piştî vekişandina HPG'iyan dest pê kir Platforma Azadiyan Maf, Wekhevî û Aştiyê ya Bedlîsê (BÎTLÎS-BEHOP) hate avakirin û endamên komîsyonê piştî agahiya li ser riyên HPG'iyan kemîn tên dahîn li Geliyê Bedlîsê û li herêma Şêx Cuma lêkolîn kirin. Heyat di nav de Nûnerê ÎHD'ê yê Bedlîsê Hasan Ceylan, Nûnerê MEYA-DER'ê yê Bedlîsê Nîhat Karababa û Rêveberê ÎHD'ê yê Bedlîsê Vahît Fîdan heye bi çapemeniyê r eçûn herêmê û lêkolîn kirin. Welatiyên herêmê jî agahiyên komîsyonê girtin piştrast kirin. Endamên Komîsyonê li kozikên cerdevanan geriyan û di cih de tevgera wan tesbît kir. Heyet bi cerdevanan re hevdîtin kir û derbarê pêvajoyê de hişyarî dan wan.

'Çi karê cerdevana li vir heye'

Nûnerê ÎHD'ê yê Bedlîsê Hasan Ceylan li ber kozikên cerdevanan daxuyanî da û diyar kir ku ji bo tu provokasyon pêk neyên divê hemû kes baldar be û wiha got: "Di pêvajoya vekişandinê de divê cerdevan li malên xwe, leşker li qişlayên xwe û polîs jî li qereqolên xwe bin. Lê niha cerdevan li vir in disa nobetê digirin. Çi karê cerdevanan li vir heye. Ev der heya demek berê jî qada pevçûnan bû. Di nobetê de ne lê em armanca wan nizanin. Em nizanin bi armanca ewlehiyê ne an ji bo kemînê ne. Berê ji me re gotin lê me xwest di cih de bibînin. Em hatin me dît rastî jî cerdevan di nobetê de ne. Lê em nizanin bi kîjan armancê li vir in divê em wê hîn bibin."

Heyet piştî vê yekê çûn Qereqola Karinca. Heyet bi rayedarên leşkeran re hevdîtin kirin. Li ser navê heyetê Ceylan axivî û diyar kir ku ji rayedarên leşkeran re gotin cerdevanên nobetê digirin divê nebin sedema provokasyonan.

Heyet dema ji qereqolê veqetiya di rê de bi komekî çekdar a guherîna nobetê dikirin re rast hev hatin. Heyetê bi cerdevanan re hevdîtin kir û ji wan xwestin ku nebin sedema tu provokasyona. Piştî hevdîtina bi cerdevanan re Hasan Ceylan axivî û anî ziman ku agahiyên wan girtin rast derketin û wiha axivî: "Em agahiya cerdevan di nobetê de ne û kemînan diavêjin girt. Çavdêriyên me de ev agahî piranî rast derket. Cerdevan nobetê digirin. Em rastî komekî cerdevanan hatin. Ji me re gotin ji bo ewlehiya rê çûn peywirê. Lê baweriya me bi vê yekê nayê. Em dê vê yekê bişopînin. Em dê li ser riyê kon vedin û nobetê bigirin."

'Polîs me tacîz dike'

Ceylan bertek nîşanî polîsên komîsyon dişopan da û wiha pê de çû: "Em li vir hewil didin peywira xwe bi cih bînin. Lê 5 qet zêde polîs me dişopînin. Dema vê yekê dikin hem me hem jî rojnamegeran tacîz dikin. Esnafan jî nerihet dikin. Em tu karên veşartîn nakin. Em bi awayekî vekirî kar dikin."

(bd)