Li Bedlîsê polîsan bi tund êrîş li meşê kir
Li Bedlîsê polîsan bi tund êrîş li meşa ji bo balê bikşînin ser greva birçîbûnê kir.
Li Bedlîsê polîsan bi tund êrîş li meşa ji bo balê bikşînin ser greva birçîbûnê kir. Di êrîşa polîsan de Parlementerê BDP'ê Husamettîn Zenderlîoglu, Serokê Rêxistina BDP'ê yê Bedlîsê Şahîn Çoban, Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Bedlîsê Hasan Ceylan û gelek kesên din jî di nav de birîndar bûn.
Rêxistina BDP'ê ya Bedlîs bi armanca balê bikşîne ser çalakiya greva birçîbûnê xwest ku ber bi Girtîgeha Tîpa E ya Bedlîsê ve meşekê li dar bixe. Di meşa gelek kes tevlî bûn de polîsan bi bombeyên gazê, ava şid û copan êrîş li komê kir. Di êrîşa li ber Konutên Sosyal pêk hat de Parlementerê BDP'ê Husamettîn Zenderlîoglu, Serokê Rêxistina BDP'ê yê Bedlîsê Şahîn Çoban, Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Bedlîsê Hasan Ceylan û gelek kesên din jî di nav de birîndar bûn. Piştî êrîşa polîsan girse hate cem hev û dest bi meşê kir. Polîsan hemû riyên diçin girtîgehê girtin û ji ber bombeyên gazê welatiyê bi navê Mehmet Altun ê 63 salî yên li ser hişên xwe çû û 3 kesên din ên navê wan nehate zanîn hatin binçavkirin.
Bajar rageşî didome.
DİHA