Li benda çareseriyê ne
Welatiyên di konteyniran de dijîn dixwazin pirsgirêkên wan çareser bibin
ARÎF ASLAN Welatiyên ku piştî erdhejên 23'ê Cotmehê û 9'ê Mijarê pêk hatin û xaniyê wan bi ser wan de hilweşiyan zivistana duyemîn jî dê dîsa li derve derbas bikin. Welatiyên ku di konteyniran de dijîn anîn ziman ku rayedarên TOKÎ'ê xaniyan pir buha difiroşin wan û dê dîsa zivistana xwe li derve derbas bikin. Ji ber ku xaniyên TOKÎ'yê 2 qat buha tê firotin, heta niha ji bo kirîna xaniyên TOKÎ'yê serlêdan nehatiye kirin. Welatiyên Bajarê Akdamar Konteynerê bertekên xwe anîn ziman û xwestin pirsgirêka wan çareser bibe.
Di 23'ê Cotmehê û 9'ê Mijdarê de li Wanê 2 erdhejên mezin pêk hatin û bi hezaran xanî hilweşiyan. Bi 10 hezaran welatî koçî derve kirin û bi 10 hezaran welatî zivistana xwe ya par li konan di nava sir û sermayê de derbas kirin. Li gel salek di ser erdheja Wanê re derbas bûn, lê hêj birînê welatiyan nehatiye dermankirin. Li gel Wezîrê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan soz da welatiyan û diyar kir ku dê heta Tebaxê xaniyan ji her kesî re çêke jî hêj welatî di bajarê konteynir û xaniyên xerabe de dijîn. Li gel ku li gelek aliyên bajar xaniyên TOKÎ hatin avakirin jî, ji ber ku xaniyên TOKİ pir buha tên firotin heta niha serlêdan nehatiye kirin. Li gel ku endezyar diyar dikin ku maliyeta her xaniyeki TOKÎ'yê 40 hezar TL ye jî xaniyên TOKÎ bi 95 TL yan difiroşin welatiyan. Welatiyên Bajarê Akdamar Konteynerê bertekên xwe anîn ziman û xwestin pirsgirêka wan çareser bibe. Welatiyan diyar kir ku bêyî wan agahdar bikin, ceyran û avê ji ser wan qut dikin û dixwazin konteyniran vala bikin. Ji ber ku Waliyê Wanê dixwaze bajarên konteyniran vala bike û rayedar ceyran, av û xwarinê ji ser wan qud dike welatiyan li ber bajarê Konteyniran a Akdamarê çalakî pêk anîn.
Welatiyên bi navê Perihan Matbal, Halît Karaguller û gelek welatiyên din bertekên xwe anîn ziman ku rayedarên hikûmeta AKP'ê soz dan wan, lê tu sozên xwe bi cih neanîn. Welatiyan destnîşan kir ku niha bi zorê wan ji konteyniran derdixin û dixwazin xaniyên TOKÎ'ê 2 qat buha bifroşin wan. Welatiyan da zanîn ku hikûmeta AKP'ê bi van TOKÎ'yan li ser pişta welatiyên mexdûr randê dike û ew gelek mexdur dibin.
Welatiyan bertek nîşanî Alîgirê Waliyê Wanê Mehmet Ozel da û li ber bajarê konteyniran çalakî pêk anîn. Welatiyan xwest rayedarên dewletê li sozên xwe xwedî derkevin û wan dîsa mexdûr nekin.
Rayedarê TEDAŞ'ê jî der barê qutkirina ceyranê de îdîa kir ku ji ber arizeyan ceyran qut bûye.
(mae)