1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li ber avahiya AKP'ê ya Amedê çalakiya rûniştinê
Li ber avahiya AKP'ê ya Amedê çalakiya rûniştinê,li,ber,avahiya,akp,ê,ya,amedê,çalakiya,rûniştinê

Li ber avahiya AKP'ê ya Amedê çalakiya rûniştinê

Endamên Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê ku xwestin çelenga reş li ber avahiya AKP'ê ya Amedê dînin, rastî mudaxaleya polîsan hatin.

A+ A-

Endamên Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê ku xwestin çelenga reş li ber avahiya AKP'ê ya Amedê dînin, rastî mudaxaleya polîsan hatin. Dayikan li ber avahiya AKP'ê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

Endamên Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê, bi boneya operasyanan şermezar bikin xwestin çelenga reş danîn ber avahiya AKP'ê ya Amedê, rastî mudaxaleya polîsan hatin. Dayikan li ber avahiya AKP'ê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Polîsan mudaxeleya fîzîkî li dayîkan kir û çelenga reş jî şikandin. Rageşiya li bar avahiya AKP'ê berdevam dike û endamên Înîsiyatîfaya Dayîkên Aştiyê çalakiya rûniştinê da destpêkirin. DÎHA (mae/ft)