Li ber qerexa Dîcleyê Diwana Dengbêjan
Di çarçoveya 6'emîn Mîhrîcana Rojên Çand û Hunerê ya Cizîrê de li ber qerexa Çemê Dîcle Diwana Dengbêjan hate avakirin û dengbêjan bi klamên xwe mîhrîcan xemiland.
6'emîn Mîhrîcana Rojên Çand û Hunerê ya Cizîrê ya ku di çarçoveya Cejna Zimanê Kurdî de pektê berdewam dike. Şevê din di çarçoveya mîrhîrcanê de fîlma Press a ku derhêneriya wê Sedat Yilmaz kir hate pêşandin. Di heman çarçoveyê de li Parqa Şaredariyê jî Diwana Denbêjan hate avakirin. Bi hezaran kest tevlî guhdariya diwana dengbêjan bûn. Ji dengbêjên Botanê Xelîlê Şirnexi, Cemalê Mihê, Hekîmê Şirnexi, Mihemedê Batî, Henîfa Şirnexi, Kurdêya Spertî, Silêmanê Sofî û Evdilayê Goyi bi klamên xwe kesên tevlî mîhrîcanê bûn mest kirin. Diwana Dengbêjan a li ber qerexa Çemê Dîcleyê hate avakirin dem dem bi klmanan demên hestiyar çêbûn û herîkîna Çemê Dîcle ji bo dengbêjan weke muzîkê bû.
(bd/mae)