1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li ber xwe didin
Li ber xwe didin,li,ber,xwe,didin

Li ber xwe didin

A+ A-

Mexdurên erdhejê yên piştî erdhejê betal û bi tena serê xwe man li gel hemû zor û zehmetiyan berxwendana jiyanê didin. Gelek mexdurên erdhejê herî kêm berê xwe didin 8 kesan û li gel hewayê sar li xirabeyan hesînan kom dikin berê xwe didin endamên malbatên xwe. Hinek jî li gundan digerin û penîrê bi sîrîk digirin û difiroşin û wiha derbara xwe dikin.

Li Wanê tesbîta ziraran bi dawî bû û karên rakirina xirabeyan berdevam dike. Mexdurên erdhejê yên bi erdhejê betal bûn û alîkariyan nagirin li xirabeyan hesînan kom dikin û debara malbatên xwe dikin. Zarok, ciwan û zilma li xirabayan bi destên xwe axê dikolin hesînan der dixin. Mexdurên erdhejê kîloya hesînê ji xirabeyan derdixin 50 quruş difiroşin. Mexdurên hesînan kom dikin gotin "Em çi bikin şerê nan e" Hinek mexdurên erdhejê jî darên di bin xirabeyan der derdixin di bin xwe bê gerim dikin. Hinek mexdurên erdhejê jî li gunda digeirin penîrê bi sîrîk dikirin û li kolanan difiroşin. Li gel hemû zor û zehmetiyan mexdurên erdhejê bi helwesta xwe şerê jiyanê dide.

DÎHA (ft)


Bêjeyên Miftehî