1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Li Berlînê festîvala piştgiriya enternasyonal a ji bo Kobaniyê
Li Berlînê festîvala piştgiriya enternasyonal a ji bo Kobaniyê,li,berlînê,festîvala,piştgiriya,enternasyonal,a,ji,bo,kobaniyê

Li Berlînê festîvala piştgiriya enternasyonal a ji bo Kobaniyê

A+ A-

BERLÎN - ANF Li paytexta Elmanya Berlînê, komên çep ên cuda û saziyên Kurd, ji bo Kobanê Festîvala Piştgiriyê ya Enternasyonal lidar dixin. Festîval wê di 11'ê Tîrmehê de pêk were û hatineyên wê ji Kobanê re bên şandin.

Piştgiriya navneteweyî ya ji bo Kobanê dewam dike. Komên çep ên cuda û saziyên Kurd ên li paytexta Elmanya Berlînê, di 11'ê Tîrmehê de bi hevkarî Festîvala Piştigiriyê ya Enternasyonal a ji bo Kobanê lidar dixin. Organîzatorên ku di nav de MLPD, AGÎF, NAV-DEM, HDP; IL, ICOR û PYD jî hene, dixwazin lezê bidin kampanyayên piştgiriyê yên ji bo ji nû ve avakirina Kobanê.

Festîvala ku ev demeke dirêj e amadekarî jê re tê kirin, yekemîn festîvala navneteweyî ya ji bo Kobanê ye. Rêxistinên festîvalê organîze dikin, piştî civîna xwe ya duh ragihandin ku hemû amadekariyên festîvalê qediyane. Ji bo festîvala wê roja Şemiyê bê lidarxistin, hemû Berlînî hatin vexwendin.

BERNAMEYA FESTÎVALÊ

Bernameya festîvalê jî têra xwe dagirtî ye. Di beşa destpêkê ya festîvalê de wê pêşkêşî û panel li ser Kobanê werin lidarxistin. Kurte fîlm, muzîk û govend werin pêşkêşkirin. Ji bo zarokan jî wê bernameyeke taybet hebe. Her wiha koroya zarokan jî wê hunera xwe pêşkêş bike.

Di beşa duyemîn de hunermendê Yewnan Kostas Papanastasîoû, hunermendê Fîlîstînî Mahmûd, Nîcolas Mîqûe ê ji Şîlî û hunermendên Kurd Hozan Aydin, Hozan Bengî, Hozan Bêrîvan û Hozan Mûstafa wê derkevin ser dikê.

Di festîvala ku wê heta saet 22:00 dewam bike de, stantên pirtûkan û kampanyayên piştgiriyê yên rêxistinên cuda yên çep bên danîn. Ji bo zarokan jî wê workshop hebin.