1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Li bi dehan bajarî coşa 8'ê Adarê dest pê kir
Li bi dehan bajarî coşa 8'ê Adarê dest pê kir,li,bi,dehan,bajarî,coşa,8,ê,adarê,dest,pê,kir

Li bi dehan bajarî coşa 8'ê Adarê dest pê kir

Di çarçoveya bernameyên 8'ê Adarê de li gelek bajar û navçeyan meş, panel û çalakiyên cur be cur pêk hatin

A+ A-

DOKH û Meclîsa Jinan a BDP'ê di çarçoveya bernameyên 8'ê Adarê de li Nisêbîn, Dêrîk, Pirsus, Hewang, Sêrt, Misirce, Amed, Erxanî, Lîce, Şirnex, Cizîr, Êlih, Stenbol, Îzmîr, Dîlok, Tetwan, Ebex, Qelgelî, Erdîş, Bazîd, Antalya û Mêrsîn û gelek bajar û navçeyên meş, panel û çalakiyên ji jinên girtî re qert hatin şadin pêk hatin. Parlementera BDP'ê Emîn Ayna di çalakiya Lîceyê de axivî û wiha got: "Hinî ew qetil bikin me dê zêde bibin. Sakîneyek tê kuştin hezar Sakîne tên şûnê."

AMED: KESK, DÎSK û TTB ji bo 8'ê Adarê bibe betlanaya fermî li Şaxa Egîtîm Senê ya Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Li ser navê Komîsyona Jinê ya KESK'ê Sekretera Jinê ya Egîtîm Sen'ê Fatma Gulçîçekari daxuyanî xwend û diyar kir ku li gelek welatên cîhanê 8'ê adarê betalanaya fermîye û divê li Tirkiyeyê jî ev yekê pêk bê.

ERXANÎ: Navenda Şêwirmendiya Jinê ya Selîs a Şaredariya Erxaniyê jî di çarçoveya bernameyên 8'ê Adarê de ji girtiyên jin re qert şandin. Endama DOKH'ê Zeynep Demîr daxuyanî da û wiha got: "Bi minasebeta 8'ê Adarê em qertan ji hevalên xwe yên jin re dişînin." Di daxuyaniyê de sloganên "Jin jiyan azadî" û "Zext me bêzar nakin" hatin berzkirin.

LÎCE: Li navçeya Lîceyê ya Amedê jî bi heman armancê panel û meş pêk hat. Panel li Navenda Jinan a Nujiyan panel pêk hat. Di salona panelê de li gel wêneyên 3 jinên Parîsê hatin qetilkirin pankratên "Şehidên Parisê nemirin", "Ji qirkirina jinê re na" û "Ji Ocalan re azadî" hatin daliqandin. Parlementera BDP'ê Emîne Ayna, Dayîkên Aştiyê, Şaredara Lîceyê Fîkriye Aytîn û gelek jinên din tevlî panelê bûn. Koruya Zarokan a Azîz Ferdî Akay jî di salonê de stran gotin. Piştî sînevîzyonê panelê dest pê kir. Şaredara Lîceyê Fîkriye Aytîn bal kişand ser hevdîtinên bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re tên kirin û wiha got: "Her roj jiyanên Lîceyê tên bombebarankirin." Pişt re Parlementera BDP'ê Emîne Ayna axivî û diyar kir ku li ser erdnîgariya kurdan her roj kesek jiyana xwe ji dest dide. Ayan, anî ziman ku li herêmê şerek heye û ji ber wê her roj cenaze tên. Ayna, bal kişand ser 3 jinên kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin û da zanîn ku li Parîsê tu şer tuneye lê kurd tên qetilkirin û wiha got: "Em ji vê komkujiyê 2 encaman derdixin. Yek bi vê komkujiyê li hemberî têkoşîna jinê komkuji hate kirin. Ya duyemîn jî li têkoşîna gelê kurd komkujî hate kirin. Hînî ew qetil bikin me dê zêde bibin. Sakîneyek bê kuştin hezar Sakîne tên cihê wê."

NISÊBÎN: Li Nisêbînê jî bi heman armancê daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de li gelê wêneyên siyasetmedarên jin ên girt pankartên "Bijî 8'ê Adarê" û "Bijî jina azad bijî civaka azad" hatin hilgirtin. Li ser navê jinan Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan daxuyanî xwend û diyar kir ku divê jin rojekê ne her roj têkoşînê bike û wiha got: "Têkoşîna heta niha hatî meşandin desthilatdariya zilam û pergala agatiyê û dewletê da îflaskirin. Ev hemû bi saya têkoşîna jinê pêk hatin. Dîroka têkoşîna jinê nehatiye nivîsîn." Piştî daxuyaniyê jinan bi sloganên "Jin jiyan azadî" û "Bijî yekîtiya jinan" heta ber Postexaneya Navendî ya Nisêbînê meş li dar xistin. Jina ji jinên girtî yên di girtîgehên Amed, Mêrdîn, Enqere, Kocaelî, Stenbol, Tekîrdag û Edeneyê re qert şandin. Piştî vê yekê li navenda navçeyê balavok belavkirin.

DÊRIK: Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînên DOKH'ê di çarçoveya bernameya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de ji jinên girtî re qert şandin. Jinên ku li ber avahiya Rêxistina BDP'ê ya Dêrikê hatin cem hev ji bo qart bişînin heta ber postexaneyê meşiyan. Beriya qart şandinê Endama Meclîsa Şaredariya Dêrikê Aysel Erol axaftinek kir û da zanîn ku jin dê bi têkoşîna xwe aştiyê pêk bînin. Piştî axaftinê jinan qartên piştgiriyê şandin.

SÊRT: Li Sêrtê jî di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de bi pêşengiya Platforma Jinan a Sêrtê meşek hat lidarxistin. Jin li ber avahiya BDP'ê hatin cem hev û ber bi postexaneyê ve dest bi meşê kirin. Piştî meşê ji jinên girtî re qartên piştgiriyê hatin şandin. Piştî qart şandinê jinan xwestin daxuyaniyek bidin çapemeniyê lê polîsan destûr neda. Li ser vê yekê jinan rewş şermezar kir. Jinên dîsa hatin ber avahiya BDP'ê li vir daxuyaniyek dan û belav bûn.

MISIRC: Li navçeya Misirc a Sêrtê jî di heman çerçoveyê de ji aliyê Meclîsa Jinan a BDP'ê ve ji jinên girtî re qart hatin şandin. Piştî qart şandinê jî endamên meclîsê çûn febrîqeya tekstîlê û gul dan jinên li vir dixebitin. Sibê li Misircê wê bi navê "Jin û Jiyan" panelek were lidarxistin.

ŞIRNEX: Li navçeya Hezexê ya Şirnexê jî bi pêşengiya DOKH'ê li Mala Gel a li Parqa Aştiyê çalakiyek hat lidarxistin. Di çalakiyê axaftin hatin kirin û li ser girîngiya 8'ê Adarê hat sekinandin.

CIZÎR: Li navçeya Cizîr ya Şirnexê jî bi heman wesîleyê endamên Meclîsa Jinan a BDP'ê û yên MEYA-DER'ê çûn serdana malbatên endamên HPG'iyan.

ÊLIH: Li Êlihê jî xebatên mitînga sibê wê bê lidarxistin, hatin ber bi dawîbûnê. Di çarçoveya xebatên mitîngê de li taxan gelek civîn hatin lidarxistin û belavok hatin belavkirin. Mitîng sibê saet di 11.00'an de li Qada Komarê dê bi tevlibûn parlamenterên BDP'ê û hunermend Yasemîn Goksu, Zelal Gokçe, Koma Rosîda û Koma Rozdarê dê lidarxistin.

STENBOL: DOKH û Meclisa Jinêya BDP'ê li ber Liseya Galatasarayê çalakî pêk anî û heta Sefareta Fransaye meşiyan. Jinan bi vê meşê starta çalakiyên 8'e Adarê da. Jinan beriya meşê li Postaxaneya Galatatarayê ji Serokê Fransa, Wezîrê Karên Hundir û Dadê re name şand û xwest komkujiya Roboskiyê û Parîsê bê ronîkirin. Jinan di meşê de pankarta "Ji Rozayan heta sakîneyan soza we soza me, rêya we rêya me ye" vekirin. Jinan di meşê de bê navber silogana "Serokê me Ocalan", "Jin jiyan azadî" û "ne şer aşti hema niha" berz kirin. Cîgira Hevserokê Giştî yê BDP'ê Filiz Koçali û Hevseroka BDP'e ya Stenbolê Asiye Kolçak jî tev li meşê bû. Polîsan bi TOMA û maşîneyên zirxî li ber sefaretxaneya Fransayê barîkat dani u destûr nedan jin biçin hundirê sefaretxaneyê.

ÎZMÎR: Meclisa Jinê ya BDP'ê ya Îzmirê jî bi heman armancê li kolana Kemeralti belavok belavkirin û bernameya 8'ê Adarê Aşkere kir. Endama Meclisa Jinê ya BDP'a Îzmirê Zuhal Çelebi, bang li hemû jinan kir û xwest tev li çalakiyên jinan bibin. Endamên SKM'ê jî bi heman armancê li ber YKM'a Konakê pêşengeya wêneyan vekir. Endamên SKM'ê bang li her kesî kir û tev li mîtînga 9'ê Adarê ya saet di 14.00'an de pêk bînin bibin.

HEWAG: Endamên DOKH'ê li gundê Cavsakê yê Hewaga Rihayê, bi heman armance starta çalakiyen jinan a Rihayê da. Bi sedan jin beşdari şahiyê bû. Li qada şahiyên rengê kesk, sor û zer hatin vekirn. Alên DOKH'ê û BDP'ê hatin bilind kirin. li qadê pankarta "Qirkirina jinê qirkirina civakê ye, li çanda destavêtinê re na" û wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bilind kirin. Jinan di şahiyê de rêz girtin û govend gerandin. Piştre be navber siloganên "Bijî Serok Apo" berz kirin.