Li Brukselê 10 hezar kes xwedî li girtiyan derketin
10 hezar Kurdên ji welatên Ewropayê hatin paytexta Belçîka Brukselê bi armanca balê bikişînin ser daxwazên girtiyên Kurd ên ku 53 roj in di greva birçîbûnê de meşek li dar xistin û banga “nebin hevparên polîtîkayên qirêj ên dewleta Tirk” Parlementoya Ewropa û welatên Ewropayê hate kirin.
Kurdistaniyan ji bo balê bikişînin ser greva birçîbûnê ya ji aliyê girtiyên Kurd ve hatiye destpêkirin, 1-8’ê mijdarê li Parlementoya Ewropa ya li Brukselê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Îro 10 hezar Kurdistanî meşek bi heybet li dar xistin û xwedî girtiyan derketin.
Kurdistaniyên ji Belçîka, Hollanda, Almanya û Franseyê hatin Bruksel Noordê li hev kom bûn, li pey pankarta “Greva birçîbûnê di roja 53’emîn de ye, mirina rawestînin” ber bi avahiyên YE’yê ve dest bi meşê kirin. Kurdistanî meşiyan Qada Schumann a ku Parlementoya Ewropayê lê ye.
Di korteja yekemîn a meşê de tevî dayikên aşitî, Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyir Aydar, Serokê Kongra-Gel Remzî Kartal, nunerên saziyên Kurd cih girti.
Di meşê de pankartên ji bo greva birçîbûnê hatine hildan û her wiha pankartên ji bo azadiya siyasetmedarê Kurd Metîn Aydin, ê ku Swîsreyê ew radestê Almanyayê kir jî hatin higirtin.
Di meşê de gelek posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, flamayên kes, sor û ser, alên KCK, PKK, PJAK û HPG’ê hatin hilbirtin.
Hêjayê gotinê ye ku piraniya korteja meşê ji jinan pêk dihat û bênavber dirûşimên ji bo Ocalan û girtiyan hatin qêrîn. Di meşê de pankartên ji bo greva birçîbûnê hatine hildan û her wiha pankartên ji bo azadiya siyasetmedarê Kurd Metîn Aydin, ê ku Swîsreyê ew radestê Almanyayê kir jî hatin hilgirtin.
Çalakgerên otobusa Ji Ocalan re Azadî ya ku ji 8’ê îlonê ve li welat û bajarên Ewropayê digerin jî tevlî meşê bûye. Kurdistanî li dûv Otobusa Ji Ocalan re Azadî meşiyan. Piştî meşa derdora 3 km, Kurdistaniyan li QadaSchumann a li ber Parlemenoya Ewropa û avahiyên YE’yê mitîngek li dar xistin.
Di mitîngê de Serokê KONGRA-Gel Remzî Kartal piştî rêzgirtinê axivî û bal kişand ku di vê pêvajoyê de gelê Kurd ber bi azadiyê ve dimeşe. Kartal da zanîn ku ev pêvajo bi berxwedana gelê Kurd ve girêdaye û bang li Kurdên li Ewropayê kir ku dengê xwe bilindtir bikin.
Piştî Kartal, Serokê KNK’ê Tahir Kemalîzade axivî û diyar kir ku girtiyên dest bi greva birçîbûnê kirine, ji bo azadiya gelê Kurd li ber xwe didin. Kemalîzade nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan da. Serokê PJAK’ê Hacî Ehmedî jî axivî û diyar kir ku nêrîna wan a siyasî çi be jî divê gelê Kurd xwedî li têkoşîna siyasî yên ku bendea xwe dane ber mirinê derbikevin.
Li ser navê çalakgerê Otobusa Ji Ocalan re Azadî Serokê KON-KURDê (Konfederasyona Komeleyên Kurd ên Ewropayê) Îsmet Kem axivî û bal kişand ku gelê Kurd li hemberî dewleta Tirkû dewletên din ên mêtînger têkoşîna xwe bilind kiriye û bang li welatên Ewropayê, Parlementoya Ewropa û hemû saziyên Ewropayê kir û got: “Nebin hevkarên polîtîkayên qirêj ên dewleta Tirk.”
Mitîng bi stran û sîrûdên Hozan Şemdîn, Comert û Canê bi dawî bû.
ANF NEWS AGENCY