Li Brîtanyayê ji 10. Mîhrîcana Jin a Zîlan
Jinên Kurd ên li Brîtanyayê ji 10. Mîhrîcana Jin a Zîlan re amade ne
ANF - LONDON 10. Mîhrîcana Jin a Zîlan a her sal weke kevneşopiyekê li Îngiltereyê tê lidarxistin, îsal bi şiara “Sarabûyîn: biryardarî, bêsînorî û azadî ye” di 28’ê Hezîranê de destpê dike.
Mîhrîcana Jin a Zîlan a ji aliyê Meclîsa Jin a Roj ku li îngîltereyê ye tê organîzekirin îsal diyarî Sakîne Cansiz, Fîdn Dogan û Leyla Şaylemez hat kirin. Hevseroka KCD’ê Aysel Tugluk û Hevseroka PYD’ê Sînem Mihemmed jî tevlî mîhrîcana ku wê di navbera 28-30’ê Hêzîranê de were lidarxistin bibin. Mîhrîcana ku wê cur bi cur aktîvîteyên çandî beşdar bibin xwedî bernameyeke dewlemend e.
Yek ji endama komîteya amadekar Ayşegul Erdogan der barê mîhrîcanê de agahî dan û got ku di amadekariyan de hatine dawiyê. Ayşegul Erdogan da xuyakirin ku di roja yekemîn a mîhrîcanê de wê panelek were organîzekirin û parlamentera Amedê ya BDP’ê Nursel Aydogan û Hevseroka PYD’ê Sînem Mihemmed jî beşdarî panelê bibin. Erdogan di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku roja duyemîn a mîhrîcanê wê Koma Jin a Def-Rîtm, şano, xwepêşandanên dansên gelan, defîleya cil û bergên Kurdî, û muzîkê berdewam bike û roja sêyemîn a mîhrîcanê jî bi konserên Mehmet Akbaş, Binevş, Koma Zelal ve Venge Dur bi dawî bibe.
Ayşegul Erdogan wiha berdewam kir: “Mîhrîcana me diyarî 3 jinên Kurd ên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatiye kirin. Di şexsê wan hevalan de bi berpirsiyariya ku têkoşîna xwe gerdûnî bikin û ji zîhniyetên qetlîamker hesab bixwazin em ketine pêvajoyekê. Lewma dirûşmaya mîhrîcana me ‘Sarabûyîn: biryardarî ye, bêsînorî ye, azadî ye!”, xeta Sakîne Cansiz, di şexsê tevgera jin de bûye xeteke berxwedan û têkoşînê. Di pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin ji bo em wek jin bibin kirdeyê vê pêvajoyê girîng e.”