1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Li Cegerxwîn xêzkarên pêşerojê digihêjin
Li Cegerxwîn xêzkarên pêşerojê digihêjin,li,cegerxwîn,xêzkarên,pêşerojê,digihêjin

Li Cegerxwîn xêzkarên pêşerojê digihêjin

A+ A-

11:30 16.12.2013 1 / 8 AMED (DÎHA) - Li Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn xwendekar li akademiyê perwerdehiya xêzkariyê dibînin û xwendekar bi xebatên xwe ve balê dikişînin ser mijarên civakî û li vir hunermendên xêzkariyê yên pêşerojê digihêjin.

Li Amedê di bin banê Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn de perwerdehiya akademiyan tê dayîn û bi perwerdehiya akademiyan ciwan xebatên xwe yên çand û hunerê bi pêş dixin. Ji van akademiyan yek jî jê perwerdehiya xêzkariyê ye. Xwendekar bi hunera xwe, êş, berxwedan û dîroka kurdan xêz dikin. Di beşa xêzkariyê de perwerdehî 3 salan didome. Di 2 salên destpêkê de bêtir perwerdehiya teorîk û di sala dawî de jî bi taybet perwerdehiya teknîkî ya xêzkariyê tê dayîn. Dersên wekî; dîroka hunerê, dîroka nûjen, estetîk, civaknasî hene. Di dersên teorî de ji hêla perspektîf, nêrîna cîhanê û xwe naskirinê de ders tên dayîn. Her wiha dersa nîgar, pênûsreşî, estetîk, civaknasî, boyaxzeytî hene.

'Mirovahî bi hunerê destpê dike'

Mamosteyê xêzkariyê Recep Guller diyar kir ku di destpêka mirovahiyê de her tim huner hebûye û wiha got: "Eleqeya şagirt û eleqeya mirovahiyê ya bi hunerê bi hev re paralel e. Mirovahî bi hunerê destpê dike. Xêzên li ser şikeftan, hinek şagirt jî wî şeklî ne, mirov dibîne bi hunerê ve girêdayî ne. Hîsên wan hene, di nava civakê de derdekî wan jî heye û li zimanekî digerin. Her wiha huner zimane jî. Jixwe di hundirê mirovan de hunereke veşartî heye. Em tenê dixwazin wî derxin holê."

Hunera alternatîf

Mamoste Guller da zanîn ku Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn cihekî alternatîf e û wiha got: "Piştî ku şaristanî hat avakirin, her tişt bi pergalî wekî makîneyekî, û mirov dibe wekî makîne û di nav civakê de sermayeya xwe diqedîne. Lê em naxwazin mirov bibe xwedî hişmendiyek memûrî û tenê aboriyê bifikire. Dema mirov wiha lê dinêre dibîne ku ev der cihekî alternatîf e."

'Hunermendî wijdanê civakê ye'

Guller anî ziman ku ders bi kurdî tên dayîn û ji bo vegotina dersên kurdî zehmetiyê nakişînin û kesên tevli dersan dibin wekî memûrekî nafikirin û wiha got: "Hunermendî wijdanê civakê ye, peywireke ne ku tu ji derve bar dikî. Jixwe di hundirê wî de heye. Xwe ji civakê re amade kiriye, li ser vî dixebite, hêza xwe ji civakê digire. Tiştê ku ez difikirim ev e, pirsgirêk heye ez van hîs dikim û li hember van xebatên xwe dimeşînim.

Yekem xebata wê Leyla Qasim bû

Şagirta pola duyemîn Zozan Yavuz diyar kir ku di xebata xwe ya yekem de wêneyê Leyla Qasim xêz kiriye û wiha got: "Min ev tablo sala par çêkir. Min wekî model xwîşka xwe bijart. Ji ber ku navê xwîşka min jî Leyla ye û jixwe navê Leyla Qasim lê kirine. Min xwest di vê tabloyê de girêdayînbûyîna jinê ya ji azadiyê re vebêjim. Rastiya heyî, zextên li hember jinan tên meşandin, tune hesibandina jinê xêz kir. Di tabloyê de Leyla li roja nû derdikeve mêze dike. Roja nû tê wateya destpêka azadiyê û jiyaneke nû. Leyla dixwaze ji bo jiyaneke nû şoreşê pêk bîne û pêşerojê ava bike. Riya wê, riya azadiya jinê ye. Herî zêde jî ji bo gelê xwe û jinan têdikoşe."

'Ji bo watedayîna jiyanê'

Şagirtê pola sêyemîn Siyabend Kan diyar kir ku di zarokatiya xwe de her tim dixwest xêzkariyê bike û wiha behsa eleqeyaxwe ya hunerê re kir: " Li gorî xwezaya mirov, hebûneke xwe dinase. Hêz, exlaq, pêwistiya qala derdê xwe kirine. Wêne jî wek alternatîf, wek daxwazekî ye. Ji bo watedayîna jiyanê, ji bo nemirina nirxan, ji bo avakirina pêşerojê wêne, huner jî ji van daxwazek e. Ji bo pêşketina û bi destxistina nasnameya hunerê her awahî derfet hene."

(mc-ça)