1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Cenevreyê konferansa qirkirina jinan
Li Cenevreyê konferansa qirkirina jinan,li,cenevreyê,konferansa,qirkirina,jinan

Li Cenevreyê konferansa qirkirina jinan

Di Konferansa li Cenevreyê de hat diyarkirin ku tundiya li hemberî jinê her diçe zêde dibe

A+ A-

Di Konferansa bi mijara Qirkirina Jinê ya li Cenevreyê pêk hat de, hat diyarkirin ku tundiya li hemberî jinê her diçe zêde dibe û got komkujiya Parîsê jî qirkirina jinê ye.

Li Cenevreya Swîsreyê konferansa bi ser navê ‘Li dijî mirovahiyê sûcê tê kirin: Qirkirina jinê’ pêk hat. Konferans di 14’ê Adarê de li Netewên Yekbûyî pêk hat û moderatoriya wê jî endama partiya komunîst a Fransayê û damezrînera Koordînasyona Piştevaniya Netewî a Fransayê Sylvîe Jan kir. Jan di dest pêkê de Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bibîranî û diyar kirin ku, qirkirina jinê îro li cîhanê gelek zêde bûye. Jan got, di salên 90’î de di pevçûnan de herî zêde jin hatin qetilkirin û wehşet hêjî didome.

Her wiha diyar kirin ku, kesên Sakîne, Fîdan û Leyla qetilkirin xwestin derbeyê li têkoşîna azadiyê bixin.

Piştre Seroka Komîsyona KNK’ê Nîlufer Koç axivî û di derbarê dîroka qirkirina jinê û qikirina jinên Kurd de axivî. Koç got, têgeha Femînîce cara yekem li Amerîkaya Latîn derketiye û got: “Dema jinên Kurd dîtin ku ev têgeh bi sînor tê dest girtin, înîsiyatîf û alternatîf afirandin.”

KOMKUJIYA PARÎSÊ QIRKINA JINÊ YE

Koç got, mekanîzmayên hiqûqî û peymanên heyî têr nakin û got: “Ev mekanîzma pêşî li qetilkirina jinê nagire. Tundî ne tenê fîzîkiye û zîhniyeta serdest di gelek qadan de êrîşî jinan dikin.Jinên Kurd li gorî jinên di ku rastî tundiyê tên, ji ber nasnameya kurdbûnê rastî tundiyê tên. Herî dawî 3 jinên Kurd hatin qetikirin. Hedefa esas jinên Kurd bû.

Endama lijneya Rêveberiya Netewî ya Femmes Solidaires Soad Baba Aissa jî got di 23’ê Mijdara 2011’an de li Meclisa Netewî ya Fransyê Konferansa Qirkirina jinê bi hevkariya Weqfa Jinan a Navnetewî û Însiyatîfa Jinan a Ewroapyê ÎFE’yê re pêk anîne û got: “Qirkirina jinê bi mirina fîzîkîre, tundiya dewlet, kuştinên namusê û suneta jinê jî dihundirîne.”

Seroka weqfa Jinan a Azad ya Navnetewî Nursel Kiliç jî derbarê kampanyayên ji sala 2008’an derbarê jinan de hatiye dest pêkirin agahî da.

Di beşa nîqaş û pirsan a konferansê de derbarê qirkirina jinê di qada hiqûqî de komîteyeke ji kesên pirspor bê avakirin pêşniyar hat kirin.