1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Li Cizîrê bernameyên çandê berdewam dikin
Li Cizîrê bernameyên çandê berdewam dikin,li,cizîrê,bernameyên,çandê,berdewam,dikin

Li Cizîrê bernameyên çandê berdewam dikin

A+ A-

ŞIRNEX (DÎHA) - 7'emîn Mîhrîcana Rojên Çand û Hûnerê ya Cizîrê di roja duyemîn de bi bernameyên panel, pêşbirk, lîstikên herêmê û guhdariya dengbêjin berdewam dikin.

7'emîn Mîhrîcana Rojên Çand û Hûnerê ya Cizîrê ya ji aliyê Şaredariya Cizîrê ve di çarçoveya Cejna Zimanê Kurdî ve tê lidarxistin di roja duyamîn de berdewam dike. Di mîhrîcanê de pêşbirak berzê hate li darxistin. Ciwanên di pêşbirkê de serketin xelatên xwe ji Serokê Rêxistina BDP'ê yê Şirnex Mehmet Ata Bîlen, Şaredarê Cizîrê Mustafa Goren û xizmên windayan wergirtin. Pişt re li Parqa Şaredariyê panela bi navê "Ol û civak" pêk hat. Di panelê de Dîndar Dalmiş, Sekreterê Şaxa SES'ê ya Şirnexê Azîz Yural û ji mamosteyên Mala Piştgiriya Perwerdehiyê ya Melayê Cizîrî Mesut Can tevlî bûn. Di paneleê de ol, siyaset, civak û ciwan hatin nîqaşkirin.

Piştî panelê li heman cih pêşbirka zanyariyê pêk hat. Di pêşbirka bi kurdî pirs hatin kirin de Mala Piştgiriya Perwerdehiyê bû yekemîn. Li Salona Sporê ya Cizîrê lîstikên herêmê hatin pêşandan. Ciwanan lîstîkên weke "Kermela", "Şibelbel", "Berdeqê", "Bûk û Zava", "Şerê Gûr" û "Birê" lîstin. Li vir ji hemû xwendekaran re xelat hatin dayîn.

Di saetên êvarê de jî dengbêjan demên keyfxweş bi beşdaran dan jiyîn. Li Stadyuma Cizîrê bi beşdariya hezaran welatiyan denbêjên herêmê diwan danîn û bi klamên ji hev dû xweşitir beşdar ber bi dîrokê ve birin. Di dawiya bernameyê de denbêjan starênên govendê gotin û bi welatiyan re govend girtin.

(bd)