1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Cizîrê bi hezaran ji bo girtiyan meşiyan
Li Cizîrê bi hezaran ji bo girtiyan meşiyan,li,cizîrê,bi,hezaran,ji,bo,girtiyan,meşiyan

Li Cizîrê bi hezaran ji bo girtiyan meşiyan

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji bo piştgiriya girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê re bi hezaran ciwanên derketin kolanan meşa meşaleyî pêk anîn. Li Edeneyê jî gireva birçîbûnê berdewam dike.

A+ A-

Çalakgerên konê berxwedanê ziyaret kir rastî êrîşa bombeyên gazê yên polisan hatin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku di 12'ê ÎLonê de ji aliyê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ve bi armanca azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û mafê gelê kurd ên demokratik dest pê kiribû di roja 51'an de berdewam dike.

Li aliyekî girev berdewam dike, li aliyê din çalakiyên li derve jî her ku diçe zêde dibin. Li navçeya Cizîrê bi sedan ciwanên ku derketin kolanan meşa meşaleyî pêk anîn. Koma ku li Kolana Botaşe ya Taxa Nurê kom bûn, posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK'ê KCK'ê bilind bilind kirin û meşa meşaleyî pêk anîn. Koma ku bi çepik û tilîliyan meşiyan sloganên "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana zindana" berz kirin û meşiyan. Koma ku piştî dest bi meşê kirin hêjmara girseyê gihişt hezaran.

Girseyê piştî meşê Konê Berxwedanê yê li taxa Cudî ziyaret kir. Koma ku disa heta kolana Hezexê meşiyan rastî mudaxaleya polîsan û hêzên çevîk a bi TOMMA û bombeyê gazê hat. Girseyê jî bi kevir û molotofan bersîve da û pevçûn derket. Piştî heta derengê şevê polîs bi paşve kişiyan bûyer bi dawî bûn.

LI EDENEYÊ ÇALAKÎ

Li Edeneyê jî piştî polîsan "Konê berxwedanê" desteser kir jî dîsa çalakgeran çalakiya piştgiriyê berdewam kir. Li aliyê din welatiyan û nûnerên saziyên sivîl ên civakî çakakger bi tenê nehiştin. Koma ku xwest piştgiriyê bide çalakiya grevê rastîe mudaxaleya polîsan a bi bombeya gazê hat.

Duh dîsa koma ku ji sedan welatiyan pêk dihat, li kolana Ova ya taxa Ova ya Seyhanê kom bûn dîsa "Konê berxwedanê" vekirin. Koma 20 kesên bi dorveger dest bi çalakiyê kirin û piştî mudaxaleya polîsan navber dan, duh piştî konvedan dîsa dest bi çalakiyê kirin. Şevê din saet di 22.30'an de komê çalakî dewrî komek nû kir û Koma ku ji bo piştgiriyê li Kolana Şakirpaşa agir pêxist û çalakî pêk anî rastî mudaxaleya polîsan hat. Polîsan bi ava şit û bombeyên gazê mudaxale kir, komê jî bi kevir û molotofan bersîv da polîsan. Koma ku ketibûn grevê ji ber gazê çûn Nûnertiya Taxa Ova ya BDP'ê.

ANF NEWS AGENCY