1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Li Cizîrê rojên çand û hunerê
Li Cizîrê rojên çand û hunerê,li,cizîrê,rojên,çand,û,hunerê

Li Cizîrê rojên çand û hunerê

A+ A-

Bi minasebeta Cejna Zimanê Kurdî Şaredariya Cizîrê di navbera 12-15'ê gulanê de 5'emîn Mihrîcana Rojên Çand û Hunerê lidar dixe. Di mihrîcana çand û hunerê de dê şano, konser, dîwana dengbejan, pêşandanê fîlman, panel û gelek çalakiyên din bên lidarxistin. Her wiha dîsa dê li ser dîrok û çîroka ziman jî niqaş bên meşandin.

Şaredariya Cizîrê bi minasebeta 15'ê Gulanê Roja Zimanê zikmakî ku rastî salvegera çapkirina Rojnameya Hawarê ya di 15'ê Gulana 1932'an de ji aliyê Celadet Alî Bedirxan ve hate çapkirin tê, 5'emîn Mihrîcana Çand û Hunerê pêk tîne. Mihrîcana ku ji aliyê Şaredariya Cizîrê ve tê lidarxistin, bi slogana "Zimanê Azad, Çanda Azad Neteweya Azad e" di navbera 12 û 15'ê Gulanê de dê bê lidarxistin. Ji ber ku mihrîcan rastî salvegera Cejna Zimanê Kurdî tê dê gelek bername li ser girîngî û wateya ziman bên lidarxistin. Di mihrîcana çand û hunerê de dê şano, konser, dîwana dengbejan, pêşandanê fîlman, panel û gelek çalakiyên din bên lidarxistin. Her wiha dîsa dê li ser dîrok û çîroka ziman jî niqaş bên meşandin.

Wekîlê Şaredarê Cizîrê Mehmet Saçi, anî ziman ku ew dê di vê mihrîcanê de zêdetir li ser polîtikayên bişavtin, înkar û tunekirina ziman rawestin û bêtir hewl bidin ku girîngî û wateya ziman derxin pêş. Saci, da zanîn ku ziman ji bo wan nîşana hebûnê ye û dê heta dawî li ziman xwedî derkevin.

Minrîcan dê 4 rojan bidome

12 Gulan

Meşa mihrîcanê

Mihrîcan dê ji ber Navenda Çand û Hunerê ya Mem û Zînê li gel "Koma Erbanê ya Jinên Botanê" dest pê bike. Meş dê heta Konê Çareseriya Demokratîk û pişt re jî heta Parka Şaredariyê bidome. (10:00 -11:00

Axaftina vekirinê, Vekirina Pêşengehan, vekirina konan, saet:11:30-12:00 Parka Şaredariyê

Lîstikên Botanê saet 12:35 -13:30- Parka şaredariyê.

Panela pirzimanî û çandê: Parka Şaredariyê, saet 15:00 -16:30

Konser: Cih Statyuma navçeyê saet: 20:00-23:30

13 Gulan

Panela li ser bawerî û ziman: Li kêleka Medreseya Sor: Saet 10:30-12:00 Panela pêşketina zimanê kurdî: Li Birca Belek saet 16:30-18:00

Şono, Sinevizyon, Pêşandana fîlman, Konser, (10-22.00)

14 Gulan;

Dîwana Dengbêjan, Panel, guhdariya dengbêjan, şano, panel, (10-23:00

15 Mayıs

Panel, Şanoya Zarokan, Konsera girtinê (10-22.00)

DÎHA (mae)