1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Cizîrê çîroka windabûnekê
Li Cizîrê çîroka windabûnekê,li,cizîrê,çîroka,windabûnekê

Li Cizîrê çîroka windabûnekê

A+ A-

ŞIRNEX (DÎHA) - Dayîkên Şemiyê yên Cizîrê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de çîroka windabûna Mehmet Îlbasan a di sala 1993'yan de pêk hat vegot.

Dayîkên Şemiyê yên Cizîrê çalakiya xwe ya heftane li ber Lîseya Cizîrê li dar xist. Ligel hewayê sar û serma xizmên windayan hatin cem hev û aqubeta windayan pirsîn. Malbata wêneyên kesên hatin windakirin hilgirtin. Rêveberên Rêxistina BDP'ê yên Cizîrê, MEYA-DER û KURDÎ-DER'ê jî piştgirî dan xizmên windayan. Di çalakiya vê hefteyê de çîroka Mehmet Îlbasan ên ku di sala 1993'yan de hate windakirin hate vegotin. Hevsera Îlbasan Kadriye Îlbasan, diyar kir ku hevserê wê bazirganiya sewalan dikir û wiha got: "Di sala 1993'an de hevserê min bazirganiya sewalan dikir. Pereyê wî li cem kesê bi navê Mehmet Tadîk hebû. Tadîk ji bo deynê hevserê min nede hevserê min bi Sercerdevan Kamîl Atak da kuştin. Hevserê min ji gundê Deşta Darê ji bo deynê xwe bigire hate Cizîrê û ji wê rojê heta niha me tu agahî jî wî negirtin."

Piştî axaftinê çalakiya rûniştinê pêk hat.

(bd/mae)