Li Cizîrê Şahiya Rojava
Li Cizîrê ji bo piştgiriya kurdên Rojava şahî hate lidarxistin
Li Cizîrê ji bo piştgiriya kurdên Rojava şahiyek hate lidarxistin û di şahiyê de peyama "kurdên Rojava ne bi tenê ye. Heke mudaxaleyek pêk were dê hemû kurd rabin ser piyan" hate dayîn.
Li Navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji bo silavkirin û pîrozkirina destkeftiyên kurdên Rojavayê Kurdistanê şahî hate lidarxistin. Bi hezaran welatî beşdarî şahiya ku piştî nimêja terawîhan li Taxa Cûdiyê hate lidarxistin bûn. Şahî bi rêzgirtina ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest daye, dest pê kir û girseya ku beşdarî şahiyê bûn, bê navber dirûşmên wekî "Bijî Serok Apo" û "Bijî Biratiya Gelan" berz kirin.
'Ji bo kurdên Rojava hemû kurd li ser piyan in'
Di daxuyaniya ku di şahiyê de hate dayîn de hate gotin ku hêza tu kesan nikare gelê kurd ji hev veqetîne û wiha hate diyarkirin: "Kurd êdî beyî ku bikevin nava hev, gihaştine asta ku ji bo hev canên xwe bidin. Gelê kurd jî wekî gelên cîhanê mafên xwe yên bingehîn dixwaze û ji bo vê bi salan e têkoşîn dimeşîne. Ji bo jiyanek bi rumet em ê têkoşînêk bêhempa bidin. Em li cem kurdên Rojava ne û heke êrîşek li hemberî wan pêk were, em ê li ser piyabin."
Piştî daxuyaniyê bi hezaran welatî di şahiyê de li ber muzîkê dîlan girt. Şahî heta derengiya şevê berdewam kir.
(ab/mae)