Li Colemêrgê aştiya dihat payîn pêk hat
COLEMÊRG 27.07.2014 10:01:13 Pevçûna êvara 18’ê Tîrmehê piştî fitarê di navbera 4 ciwanan de rû da û di demeke kurt de veguherî pevçûna 2 eşîretan piştî hewldanan bi lihevkirinê dawî bû.
Li gor Yuksekova Haber, hewldanên rayedarên KCD û DBP’ê encam girtin.
Hevserokê Giştî yê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Kamuran Yuksek, Hevseroka KCD’ê Aysel Tugluk, Serokê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Osman Baydemîr, Serokê Desteya Disîplînê ya Navend a HDP’ê Hamît Geylanî, Serokê berê yê Şaredariya Colemêrgê Fadil Bedîrhanoglu û endamê Meclîsa Partiyê ya DBP’ê Cuneyt Canîş jî di nav de heyetê 6 roj in bi aliyan re hevdîtin û civîn li dar xistin.
Tê payîn li ser navê KCD' û DBP'ê daxuyaniyek bê dayîn û hat ragihandin wê alî îro di xwarina fitarê de bên gel hev.