Li Colemêrgê cara yekem serokek jin
09:23 03.04.2014 1 / 3 COLEMÊRG (DÎHA) - Bi salane Colemêrg bi destê mêran tê rêveberin. Di vê hilbijartinê de bi pergala hevşaredariyê Dîlek Hatîpoglu piştgiriya gel da pişt xwe û cara yekem li Colemêrgê jine kî bu serok. Hatîpoglu, diyar kir ku ew ê bi hêza jin ê bixebite û wiha pê de çu: "Em ê bi hêza jinê serbikevin."
Colemêg dema ku buye bajêr û heta ji niha ve bi serokê mêr hatiye rêvebirin. Di vê hilbijartinê de BDP li Colemêrgê kotaya jinê da Dîlek Hatîpoglu û Hatîpoglu ji sedî 66 deng wergirt û bû Hevşaredara Colemêrgê. Hatîpoglu, bi eslê xwe Elewîye û li navçeya Mûşê ji Gimgimê ji dayîk buye. Hatîpoglu, dema ku bû namzet rastî pir pirsgirêgan hat. Lê dîsa jî bi desteka gel bu namzet û niha qezenç kir. Hatîpoglu, der barê dema buye namzet de wiha axivî: "Ez namzetê Kurdîstanê bûm. Vêgavê jî ez ê bûm xizmetkarê Kurdîstanê. Hevserokê Şaredariya Colemergê yên din Nurullah Çîftçî jî ev 5 sale di şaredariyê de xebat dimeşîne û xwedî tecrubeyeke. Li Colemêrgê tiştê herî balkêş ji alî xizmetê ve kêm mayî tê xuyakirin û Çîftçî jî diyar kir ku ew ê bi tecrubeya xwe heya jê hebe xebat bimeşîne."
Li Colemêrgê cara yekem ew ê jin rêverbertî bike
Hatîpoglu, anî ziman ku ev hilbijartin serkeftî derbas kirine û her rayê ku ji BDPê re hatine ji aşitî û demokrasiyê re hatine avêtin. Hatîpoglu, daxuyand ku cara yekem jine kî li Colemêrgê ew ê bive serok û wiha got: "Colemêrg nêrina xweyî li jinê nîşan daye. Tevgera Azadiya Kurd girîngiye kî mezin nîşanî jinê dide. Taybetî Brêz Öcalan li ser vê mijarê seknek nîşan dide. Bi vê armancê em ê bi hêza jinê heya qeweta me were em ê bixebitin. Hatîpoğlu, da zanîn ku ew ê jin di rêveberiyên şaredariyan de serbikevin û jinên ku ji BDP bune serok ji bo wan re serkeftin xwest."
Proje dê çarçevoya Xweseriya Demokratîk bên amade kirin
Hevserokê Şaredariya Colemêrgê Nurullah Çîftçî jî, bibîr xist ku Colemêrg di her hilbijartinê de xwedî partiya xwe derdikeve û spas li gel kir. Çîftçî, da zanîn ku ew ê li gor pêwîstiyên gel tevbigerin û wiha axivî: "Proje dê çarçevoya Xweseriya Demokratîk bên amade kirin. Em ê Meclîsên Taxa ava bikin. Û li kur pirsgirêke kî hebe em ê li wê de rê bi meclîsa taxê re hevkarî bivin. Em ê bi hev re biryar bidin." Çîftçî, anî ziman ku di vê hilbijartinê de tiştê herî serkeftî pergala hevserokatiye û ew ê ev pergal xwe bi xebatên xwe bi serbikeve."
(mk/mae)