1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Colemêrgê li hemberî bombebaranê daketin qadan
Li Colemêrgê li hemberî bombebaranê daketin qadan,li,colemêrgê,li,hemberî,bombebaranê,daketin,qadan

Li Colemêrgê li hemberî bombebaranê daketin qadan

A+ A-

COLEMÊRG (DÎHA) – Li Colemêrgê polîsan bi sedan bombeyên gazê êrîşê ciwanên ku bombebarana TSK’ê û binçavkirinan şermezar dikirin kir. Ji ber gaza zêde gelek tax di bin gazê de man, gelek welatî xerikîn û li gelek baxçeyan jî agir derket.

Li taxên Gazî, Yenîmahale û Berçelan a Colemêrgê bi dehan ciwan ji bo şermezarkirina bombebarana balafirên F-16 ên artêşa tirk a li hemberî qadên Hêzên Parastinê yên Medyayê pêk tê û operasyonên qirkirina siyasî şermezar bikin daketin qadan. Ciwan bi barîkatan rê ji trafîkê re girtin û agir pêxistin. Piştî demekê polîs û tîmên taybet bi dehan maşîneyên zirxî hatin û bi sedan bombeyên gazê, ava bi şid û guleyên plastîk êrîşê ciwana kirin. Ciwana jî bi parastina cewherî bi molotof, fîşekên hawayî û keviran bersiva da êrîşa polîsan.

Agir bi baxçeyan ket

Li taxa Gaziyê ku bûyer lê zêde bûn ji ber gaza polîsan li gelek baxçeyan agir derket. Komên îtfaiyeyê ku hatin jî ji ber gaza zêde nekarîn demeke dirêj mudaxaleyê agir bikin. Piştî demeke dirêj bi alikariya welatiyan ve agir hatin vemirandin. Di bûyerê ku nêzîkê 5 saaten domiya de gelek tax di bin gazê de man û camên gelek malan jî şikiyan. Ji ber gaza zêde gelek welatî xerikîn û zarokek nû çêbûyî jî di bin gazê de ma.

Nûçegihan bûn hedefa polîsan

Polîsan di bûyeran de nûçegihanê DÎHA’yê û Van TV’yê ku nûçe dişopandin jî bi bombeyên gazê hedef girtin û li sûkê nûçegihan di kontrola nasnameyan de hatin derbaskirin.

Welatiyên ku bertek nîşanî êrîşa polîsan dan destnîşan kirin ku ew her şev ji ber sedan gazan nikarin ji malên xwe derkevin û wiha gotin: “Heke dê her roj wiha be bila bi kîmyasalê me bikujin. Ji ber gaza wan di baxçeyên me de agir derdikevin. Divê ev zilma li ser me bi dawî bibe.”

(gka/iy/wk)