Li Colemêrgê OHAL’ê hatiye îlankirin!
GOKHAN ALTAY
COLEMÊRG (DÎHA) – Bi nêzîkbûna hilbijartinan û bilindbûna HDP’ê hewildanên provokatîf ên AKP’ê jî zêdetir bûn. Bi taybetî li Colemêrgê her roj sevqiyata leşkerî, tevgera hewayî û kontrolên rê weke li Colemêrgê OHAL’ê hatiye îlankirin nîşan dide. Bi van ve girêdayî çêkirina 2 qerekolên nû û di nav vê rewşa avarte de hatina Fermandarê Hêzên Bejayî Hulusî Akar jî balê kişand ser xwe û hemwelatî li hember vê rewşê di nav fikaran de ne.
Operasyon û sevqiyatên leşkerî bi nêzîkbûna hilbijartinên 7’ê hezîranê û bi bilindbûna Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi taybetî li Bakurê Kurdistanê li bajêrên li ser sînor zêdetir dibin. Piştî provokasyona li Giyadîna Agiriyê û operasyonên li herêmê, li Colemêrgê jî liv û tevgera leşkerî di her qadê de zêdetir bûn. Bi taybetî ev liv û tevgerên provokatîf li navçeyên wek Çelê û Şemzînanê zêdetir dibin. Hema hema her roj bi dehan wesayîtên zirxî ên leşkerî ên bi navê “Kîrpî” di bin ewlehiyek mezin de diçin qereqol û kalekolên li ser sînorên navçeyan. Hemwelatiyên Colemêrg û navçeyên ji ber qerekol û kalekolan hatine dorpêçkirin û ji ber vê rewşê di nav fikaran de ne.
Rewşa OHAL’ê derketiye holê
Bi sevqiyatên leşkerî ve girêdayî li herêmên wek Yenikopru-Gever, Çelê-Colemêrg, Beşpinar-Kamişli, Dostkî-Oremar, Yenîkopru-Colemêrgê û herêmên Harûnan, Pira Xiyala, Bêsosin, Dûri ya Şemzînanê kontrolên rê jî her roj zêdetir dibin. Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan her çiqas diyar bike ku wan kontrolên rê yên leşkerî rakiribin jî li Colemêrgê ev gotin vala derdikeve. Di hemû qerekolên ku li ser rê de ne ev kontrolên leşkerî hene û hemwelatî di her qerekolî de mecbûr di kontrola nasnameyan de derbas bibin. Her wiha leşker plakayên hemû wesayîtan jî digirin. Di heman demê de bi taybetî li ser sînor balafirên şer û balafirên bê mirov keşfê dikin. Ev kefş jî li herêmên wek Dostkî, Oremar, Mordagi, Çarçela, Cîlo, Gedîktepe, Avaşîn, Basyan, Geliyê Tiyarê, Bêsosin, Gevriya Zînî, Goman, Garê zêdetir in.
Li ser hemû sînor ‘rêya ewlehiyê’ tê çêkirin
Dîsa li gundê Deştanê ya Çelê ku li ser sînorê Başûrê Kurdistanê dimîne jî “rêya ewlehiyê” ligel bertekên hemwelatiyan nasekine. Bi rêya ku dirêjiya wê ji 20 kîlomêtreyê dirêjtir be tê armanc kirin ku sînorê Çelê û Başûrê Kurdistanê bê girtin. Ligel vê yekê li aliyê gundê Marûfan û Bilêcanê a Çelê jî çêkirina “rêya ewlehiyê” hat destpêkirin. Ev rê jî dê heya navçeya Geverê dirêj bibe.
2 qerekolên nû tê çêkirin û sevqiyat berdewam e
Ligel vê “rêya ewlehiyê” jî derdorên aliyê gundê Marûfan, Bilêcanê û Serê Sêvê ku di salên 1990’i de hatin şewitandin bi temamî ji aliyê leşkeran ve hatiye dorpêçkirin û tenê kesên ku qeyda wan li ser van gundan e dikarin bikevin van gunda. Ligel van bûyeran hat zanîn ku li gundê Bilêcan û Marûfan ku ji aliyê leşkeran ve hatiye qedexekirin çêkirina 2 qerekolên nû hatine destpêkirin. Disa vê herêmê de hat dîtin ku bi dehan maşînên zirxî ên leşkerî ligel hev du li ser sînor hatine danîn.
Fermandarê Hêzên Bejayî jî li Colemêrgê ye!
Herî dawîn ligel van liv û tevgeran Fermandarê Hêzên Bejayî yê Tirkiyeyê Hulusî Akar û şandeyek leşker di 7’ê gulanê de hatin Colemêrgê. Akar û şandeya pê re piştî waliyê Colemêrgê ziyaretkirin derbasî navçeyên li ser sînor bûn. Hat zanîn ku Akar dê yekîneyên girêdayî TSK’ê ên li Şemzînan , Gever û Çelê jî kontrol bike. Hatina Akar û liv û tevgera leşkerî yên demên dawî di demeke wiha de operasyoneke leşkerî tîne bîra mirovan û balê dikişîne ser xwe.
‘AKP dê bersiva xwe bigire’
Hemwelatiyên ku dixwazin pêvajoya çareseriyê bigihije armanca xwe, bilindbûna HDP’ê û nerazîbûna AKP’ê ya li hember pêvajoyê wek sedemên van sevqiyat û hewldanên provokatîf dibîne. Hemwelatiyê bi navê Abdullah Yanar destnîşan kir ku ji ber van hewldanan pêvajo jî êdî ketiye xetereyê û wiha got: “Di vê pêvajoyê de hikumeta AKP’ê tu gavan neavêt. Ligel vê yekê bi van hewldanên xwe dixwaze vê pêvajoyê veguherîna aliyê xwe. Em vê baş dizanin.” Yanar da zanîn ku AKP bi van hewldanên xwe dixwaze pêşî li HDP’ê bigire lê ew ê bersiva AKP’ê di 7’ê hezîranê de bidin.
‘Beriya pêvajoyê ev qas zext û qerekol tune bûn’
Yanar anî ziman ku ev meheke zêdetir e ew her 10 metreyê carekê bi ji aliyê leşkeran ve tên seknandin û nikarin biçin gundê xwe yê valakirî jî û wiha berdewam kir: “Heke ez di vê pêvajoyê de rehet neçim gundê xwe ez ê kêngî biçim? Di vê pêvajoyê de sedema çêkirina qereqolên nû ji bo çi ne? Beriya pêvajoyê jî ev qas qereqol û zext tune bûn.”
‘Çareserî serkeftina HDP’ê ye’
Yaman diyar kir ku divê her hemwelatî li vê pêvajoyê xwedî derkeve û HDP’ê ji bo aştiyek mayînde bişîne meclisê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Gel divê baş bizanibe ku AKP ji bo rê li ber serkeftina HDP’ê bigire di nav van hewldanan de ye. Em ê li hember van baldar bibin û rê nedin hewldanê provokatîf.”
‘Gel divê biryar bidin’
Hemwelatiyek din ê bi navê Suleyman Tekinalp jî da zanîn ku ji bo jiyanek azad û demokratîk dernekeve holê liv û tevgerên leşkerî ev qas zêde dibin û wiha got: “Bi van hewldanan hem pêvajoya çareseriyê ket xetereyê hem jî hêviya gel a li hember pêvajoyê kêm bû. Divê gelên Tirkiyeyê jî rûyê AKP’ê bibîne û biryar bide. Ji bo pêvajo bigihije armanca xwe divê HDP bikeve meclisê.
(gka/bd)