Li Cîhanê 1.75 milyar salên jiyanê hene
LONDON Li gorî lêkolînên dawî yên zanyaran, dê cîhana me firsenda xwe ya gerstêrka xwedî jiyan a di Pergala Rojê de, piştî 1.75 milyar salan, winda bike. Tê texmînkirin ku mirovahî jî berî vê demê ji ser rûyê erdê winda bibe.
Li gorî encamên lêkolîna kuk ji aliyê zanyarên Zanîngeha East Anglîa ve hat amadekirin û di kovara Anstrobîology de hat weşandin, piştî 1.75 salan dê asta germê ya li cîhanê bilind bibe, okyanûs ji ber germê ziwa bibe û bi vî rengî jiyana li ser rûyê erdê bi dawî bibe. Ji bo mirovan ev dem kurttire. Li gorî zanyaran, kengî asta germê ya li ser rûyê erdê 50 pile derbas kir, hingî êdî mirovahî dê nikaribe bijî.
Li gorî zanyaran, berfirehbûn û zêdebûna germa rojê, dê piştî milyonek sal bandora xwe bide hîskirin. Zanyar di wê baweriyê de ne ku bi dûkelbûna ava li ser rûyê erdê re, dê ji bilî ruhberên mîkroskobîk ti nîşaneya jiyanê nemîne û yên heyî jî dê piştî 1.75 milyar salên tin bi temamî ji ser rûyê erdê tine bibin.
Zanyaran her wiha gerstêrkên ku mirov piştî bidawîbûna jiyana li cîhanê karibin koç bikin, tespît kirin. Li gorî vê yekê gerstêrka xwedî rewşa herî guncaw a ji bo jiyanê, dê Mars be.