1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Dadgeha leşkerî parastina bi kurdî!
Li Dadgeha leşkerî parastina bi kurdî!,li,dadgeha,leşkerî,parastina,bi,kurdî

Li Dadgeha leşkerî parastina bi kurdî!

Alî Fîkrî Işik ji ber ku çûyîna leşkeriyê red kir hate girtin di dadgeha leşkerî de daxwaza parastina bi zimanê kurdî dike

A+ A-

Alî Fîkrî Işik ji ber ku çûyîna leşkeriyê red kir hate girtin û ew şandin girtîgeha leşkeriyê. Hate zanîn ku Işik dê di dadgeha leşkerî de daxwaza parastina bi zimanê kurdî bike.

Nivîskarê Rojnameya Tarafê Alî Fîkrî Işik bi hinceta ku ji sala 1982'an û pê ve neçûye leşkeriyê di 9'ê Pûşberê de li Amedê hate binçavkirin. Hate zanîn ku Işik dê di 14'ê Tebaxê de derkeve dadgeha leşkeriyê û dê daxwaza parastina bi zimanê kurdî bike. Işik piştî 15 rojan li Amedê di girtîgehê de mabû û pişt re ji bo leşkeriya xwe bike wî şandibûn Edîrneyê. Lê Işik li wir ji ber ku got ew naxwaze leşkeriyê bike û dixwaze reda xwe ya wîjdanî eşkere bike carekî din hate girtin û wî şandin Girtîgeha Leşkerî ya Edîrneyê. Malpera înternetê ya bi navê 'ilkhaber.com' ku nivîsên Işik diweşîne diyar kir ku Işik dê di 14'ê Tebaxê de derkeve dadgehê û daxwaza parastina bi zimanê kurdî bike.

(ab/mae)