Li Daqûqê du berpirsên pêşmergeyan ji erkê hatin dûrxistin
ELEND KERKÛKÎ KERKÛK/ROJ NEWS
Li qezaya Daqûq a Kerkûkê du berpirsên paye bilind ên pêşmergeyan ji ber şikestina li Daqûqê ji kar hatin dûrxistin.
Roja 30’ê îlonê hêzên pêşmerge û gêrîllayên HPG’ê li Daqûqê êrişî çeteyên DAIŞ’ê kirin û 3 gund kontrolkiribûn. Di encama şerekî dijwar de, gêrîllayek û çend pêşmerge şehîd bibûn. Ji ber ku êriş bi serkeftî bi dawî nebibû, wezareta pêşmergeyan a hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar girt ku guhertinên di nava hêzên pêşmergeyan ên li wî sinûrî de çêbike.
Berpirsekî paye bilind ê pêşmergeyan ku nexwest navê wî were belavkirin, ji RojNewsê axivî û wiha got: “Li sînûrê qezaya Daqûq du fermandarên hêzên pêşmergeyan ji kar hatin dûrxistin. Tê gotin wê hinek guhertinên din jî çêbibin, lê agehdarî ligel me tune ne ku çend kes in.”