Li Denîzliyê 91 xwendekar hatin binçavkirin
Duh li Zanîngeha Pamukkale ya Denîzliyê komek xwendekarên ku bi armanca piştgiriyê bide çalakiya greva birçîbunê ya bêdem û bêdorveger ya girtiyên PKK'yî û PAJK'î xwestin meşê pêk bînin. Koma dest bi meşê kir rastî muaxaleya polîsan hatin û 91 xwendekar hatin binçavkirin.
Komek xwendekarên Zaningeha Pamukkale yên welatparêz û demokratîk, bi boneya piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku girtiyên PKK'yî û PAJK'i 53 rojin berdewam dike, li kampûsê meşek pêk anîn. Di meşêde yekîneyên ewlehiya zanîngehê xwest komê asteng bike û alozî derket. Pişti di navbera ewlehiya taybet û xwendekaran de alozî derket, polîsên hêzên çevîk ku li dervê zanîngehê rawestiya bûn ketin kampusê û mudaxaleyî xwendekaran kir. Polîsan du mudaxaleyê de 91 xwendekar binçav kirin. Polîsan destê xwendekarn li pişt wan kelepçe kir û binçav kirin. Hate zanîn ku polîsan bi ser gelek malên xwendekaran de girtin û gelek xwendekar li malan jî binçav kirin. Xwendekarên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Denîzliyê. Prz. Ahmet Turhan, piştî bi dozgerê komarê yê Denîzliye re hevdîtin pêk anî, diyar kir ku piştî dîmenen hatine kişandin bên lêkolînkirin dê îfadeya xwendekaran bê girtin. Prz. anî ziman ku bêyî tespît bike gelek xwendekar binçav kirine û ev yek li dijî hiqûqê ye. Turhan anî ziman ku wî nekarîbû bi xwendearan re hevdîtin pêk bine.
(mae)