Li Deşta Xanê dê mihrîcan bê lidarxistin
ŞERMÎN SOYDAN
COLEMÊRG (DÎHA) - Deşta Xanî ya ku ji aliyê dewletê ve hate qedexekirin di 24-25'ê hezîranê de yekemîn mihrîcana çand û hûnerê dê bê lidarxistin. Şaredarê Çelê Hidir Demîroglu, diyar kir ku amadekariyên mihrîcanê ber bi dawîbûn ve diçin û dê mîhrîcan gelek cuda be.
Piştî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêvajoya çareseriyê da dest pê kirin qadên her sal ji aliyê dewletê ve weke "qadên qedexe" dihatin îlankirin yekemîn car ji gel re hatin vekirin. Di çarçoveya polîtîkayên dewletê yên heremê bêmirov bihilin gelek gund û zozan dihatin qedexekirin û tu kesî nedikarî derbikevin wan qadan. Ji van qada yek jî Deşta Xanê ya ku Helbestvanê navdêr ê kurd Ehmedê Xanî lê hate dinê ye. Deşta Xanê piştî 20 salan şunda yekemîn car hate vekirin û dê 1'emîn Mihrîcana Ehmedê Xanî ji aliyê Şaredariya Çelê û rêxistinên sivîl ên civakî ve pêk bê.
Mîhrîcan di 24-25'ê hezîranê de ye
Şaredarê Çelê Hidir Demîroglu têkildarî mihîrcana 24-25'ê hezîranê de li Deşta Xanê pêk bê agahî dan û wiha got: "Piştî pêvajoyê dest pê kir me jî biryara li zozana dihate qedexekirin mîhrîcanê li dar bixin girt." Demîroglu, anî ziman ku ew bi komîsyona şopandinê ya pêvajoya vekişandina HPG'iyan bişopîne hat avakirin çûn Deşta Xanê û wiha axivî: "Em bi komîsyonê re çûn herêmê. Me xwest em li qada qedexe mîhrîcanekê li dar bixin. Di encama nîqaşên di meclîsê de me biryara di 24-25'ê hezîranê de li zozana qedexe mîhrîcanekê li dar bixin girt. Ji ber ku cihê Ehmedê Xanî lê hat dinê ye ji bo me gelek girîng e." Demîroglu, da zanîn ku dewletê di çarçoveya polîtîkayên herêmê bê mirov bihêle gelek herêm û zozan qedexe kirin û wiha axivî: "Em dixwazin qedexeyên bi salanin li ser zozanan berdewam dikin bi dawî bibin. Em jî weke gelên di cîhanê de dijîn li ser zozan û herêmên xwe azad bijîn. Em dixwazin weke berê li qadên xwe bijîn. Em naxwazin di bin tecrîda dewletê de bijîn. Em dê hêza xwe ya rêxistînî danîn holê û têkoşîna xwe bilind bikin. Ji ber ku bi salane herêma me hate qedexekirin, me xweşikbûna wê nedizanî. Lê em çûn me dît gelek xweşik in."
'Mîhrîcan bi vê salê tenê bî sînor nabe'
Demîroglu, bilêv kir ku di riyên zozanê de pirsgirêk hene û ji bo wan pirsgirêkan çareser bikin xebat dan destpêkirin û wiha pê de çû: "Di riyên qada mihîrcanê de pirsgirêk hene. Em dê wan pirsgirêkan çareser bikin. Em dê di 24'ê hezîranê de ji bajar derbikevin û biçin zozanê. Piştî em şevekê li zozanê man em dê di 25'ê hezarînê de di saetên êvarî de vegerin. Wekîl, şaredarên herêm, nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî û hemû gelê Kurdistanê dê tevlî mîhrîcanê bibe. Em dê konên kevneşopiya me vedibêjin ên li herêmê bi navê 'şermal' vedin û diwana dengbêjan ava bikin. Dê govend bên girtin û dîrok bê vegotin. Me ji bo mîhrîcanê komîsyonek ava kir. Xebatên me ber bi dawîbûnê ve diçin. Heke tu astengî li pêşiya me neyên derxistin em dê mîhrîcanekî gelek xweşik li dar bixin. Mîhrîcana me bi salekê tenê re bi sînor nabe. Em dê her sal li dar bixin."
(bd)