Li dibistanên fermî zimanê Kurdî
ANHA - QAMIŞLO - Li Rojavayê Kurdistanê ev sê sale bi awayek fermî zimanê Kurdî li dibistanên fermî tê dayîn. Zarok jî ji bo dersên zimanê dayika xwe keyfxweş û bi heyecan dibin.
Dema şoreş li Rojavayê Kurdistanê hate destpêkirin, piştî wê Xweseriya Demokratîk hate avakirin. Ji bo pêşî li helandina zarokan bê girtin, li dibistanên fermî, akademiyan û cihên taybet dersên zimanê dayîkê têne dayîn, ev sê sale berdewam dike. Ji dibistana seretayî yek heya dibistana navîn refa sê zimanê kurdî têne dayîn. Ev jî zarokan gelek keyfxweş dike. Ji ber ku piştî çend salan bi zimanê dayîka xwe xwendin heyecanek dixe nava zarokan û dema ders dibe kurdî li ser lêv û rûyên wan zarokan qet kenîn kêm nabe.
Zarokên ku di dibistanê de dersa zimanê kurdî dibînin her çend deqeyan ji bo mamosteyên xwe yên ku zimanê Kurdî didin spasiya wan dikin. Ew zarok wan mamosteyan mîna melek û pêxemberan ji bo xwe dibînin. Mamoste jî pir bi keyfxweşî dersên zimanê kurdî nîşanî zarokên kurd yên ku hêviya pêşerojêne didin. Mamosteyên dersê didin diyar kirin ew dema biçûkbûn bi zorê dersên erebî fêrî wan dikirin. Me ji tirsa qet ne dikarî yek peyv jî kurdî axivîbûna. Ji bo zimanê kurdî me pir êş û zilm kişand. Mamosteyan destnîşan kirin ji bo wê em îro baş dizanin ka ziman çiqas giringe. Ji ber ku her netewek zimanek heye. Ziman nasnameye netewane. Zimanê kurdî jî hebûn û nasnameya me ye.
Xwendekaran balkişand ser roja yekê dema mamoste hatin refê de ji bo ku zimanê kurdî bidin, me bi erebî got “Rojbaş mamoste” mamosteyên me xwe aciz kirin. Mamostan ji bo me diyar kirin ji vir û pêde hûnê bi kurdî bêjîn “Rojbaş.”
Mamosteyan anî ziman beriya dersa zimanê Kurdî were xwendekar bi heyecanek mezin li benda dersê dimînin. Qet dersek mîna zimanê kurdî keyfxweşî û heyecan naxe nava xwendekaran de. Ji ber ku zimanê dayîka wan e zû fêr jî dibin. Her xwendekarek bi dilxwazî û bi dilgermî tevlî dersa ziman dibin û naxwazin ders bi dawî bibe. Ji bo wê her tim xwendekar ji me daxwaz dikin ku hemû dersên mîna bîrkarî, zanyarî, coxrafiya bibe kurdî.
Ji ber ku piştî ewqas sal zarok bi azadî dersa zimanê dayîka xwe dibînin, nizanin jî eşqan wê çibikin. Her xwendekarek dixwest li beramberî kamerayê helbest û stranên kurdî bêjin. Zarokan bi hevre strana zimanê kurdî şirîne gotin.
RIZGAR ADANMIŞ