1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li dijî baregehen Tirkîye 100 hezar îmza
Li dijî baregehen Tirkîye 100 hezar îmza,li,dijî,baregehen,tirkîye,100,hezar,îmza

Li dijî baregehen Tirkîye 100 hezar îmza

A+ A-

Kampanyaya ji aliyê Kovara Hawdem a di 19'ê cotmehê de li Herêma Federal a Kurdistanê ya bi navê a "Ji Baregehên Tirkiyeyê re na" hate destpêkirin berdevam dike. Endamê Kovara Hawdem Arî Şêxanî têkildarî armanc û girîngiya kampanyayê diyar kir ku armanca wan a sereke baregehên Tirkiyeyê ji ser axa xwe rakin û welatê wan terk bikin û wiha got: "Ji ber ku tu karekê wan li ser axa me tuneye. Tenê dikarin li ser sinorên xwe bimînin. Lê nêzî 20 salin li ser axa mene û bingehek yê zagonî tune. Ji ber vê yek jî em dixwazin dengê xwe li hember Tirkiyeyê bilind bikîn. Em bang li hikumetê jî dikin ku tişta pêwist bike û da ku Tirkiye li ser axa me biçe. Divê hemû rêxistinên li Tirkiyeyê, Iraq û Herêma Federal a Kurdistanê li dijî vê yekê derkevîn. Hedefa me milyonek îmza ye. Me li hemû navçe û bajarên Herêma Federal a Kurdistanê kampanya da destpêkirin. Heta niha me nêzî 100 hezar îmza kom kir. Kampanya heta 2'ê kanunê dê berdewağm bike.

'Ji malbata me 38 kes qatil kirin'

Hemwelatiyê bi navê Ehmed Mecîd Herkî jî têkildarî kampanyayê ji ajansa me DÎHA'yê re axîvî. Herkî, diyar kir ku ji ber balafirên şer ên Tirkiyeyê heye niha 38 kes ji malbatan wan hatine qetilkirin û wiha got: "Ez wekî hemwelatiyek Başûrê Kurdistanê bi tu awayî qebûl nakim ku baregehên hêzên leşkerên Tirkiyeyê li ser axa me biminin. Em vê yekê qebûl nakin. Ez weke endamêke malbata xwediyên 38 şehîdên di sala 2000’an de li Dola Kenda Kulê amade me ku alîkariyê bidim gelê xwe. Divê bi lezgîn axa me vala bikin."

'Armanca baregehan birakûjî ye'

Nivîskarê bi navê Abdullah Serac jî têkildarî baregehan de axivî û diyar kir ku sedema sereke ya van baregehên tirk şerê birakujiyê ye. Saraç, bertekên xwe anîn ziman u xwest barageh bên valakirin û wiha got: "Em dixwazin dev ji me berdin da ku em di nava aştî û demokrasiyê de bijîn." DÎHA (ekip/ft/mae)