Li dijî berhemên GDO'yê hilberîna xwezayî
"Projeya Makîneya zuhakirin û hişkirina sebze û teamê ter a bir armanc" ku bi enerjiya rojê dixebite, piştî xebata 3 mehan ket xizmeta welatiyan. Mîmarê projeyê û Sazûmankarê Teknolojiya Têra Xwe Dike Gultekin Aydenîz, anî ziman ku ji bo herêmê ji enerjî û hawaya qirêj rizgar bike projeyek bi vî rengî pêş xistiye.
Bi piştgirî û alîkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Rêveberiya Ekolojîk a Herêmî projeyên ekolojîk dikevin xizmeta gel. Piştî xebata 3 mehan "Projeya Makîneya zuhakirin û hişkirina sebze û teamê ter a bir armanc" a bi enerjiya rojê kar dike, ket xizmeta welatiyan. Proje bi alîkariya 20 xwendekarên zanîngehê ket meriyetê. Makîneya hilberîna team û sebzeyên ter, di cîhan û Tirkiyeyê de minak e. Makîne li dijî Organîzmayên Genetîka Wan Hatiye Guhertin (GDO) hate afirandin. Armanca makîneyê hilberandina bi rêbaza çandiniya organîk e, hem jî berhemên çandiniya organîk bi rê û rêbazên paqij û ekolojîk hişk bike û biparêze. Mîmarê projeyê û Sazûmankarê Teknolojiya Têra Xwe Dike Gultekin Aydenîz, anî ziman ku ji bo herêmê ji enerjî û hawaya qirêj rizgar bike projeyek bi vî rengî pêş xistiye. Aydeniz, anî ziman ku li ser erdnîgariya kurdan enerjiya paqij û xwezayî gelek zêde ye, lê ji vê enerjiyê baş û rast sûd nayê wergirtin.
Aydeniz, da zanîn ku li pêşiya maşîneyê 2 perwane hene û hewa haqij a derve dide hundir. Dîsa bi alîkariya camên maşîneyê tîrêjên rojê yên germ dikevin hundir û firinê germ dike.
Aydenîz, da zanîn ku hewa ku bi tîrêjên rojê gem dibe derbasî beşa fêkî û teaman dibe û team û feêkiyên ter bi pêlên hewa germ û haqij hişk dibin. Aydenîz, da zanîn ku hewa germ nem û ritûbeta fêkîyan derdixe derve û hişk dike. Aydenîz, bilêv kir ku ji ber bi hewaya haqij û tîrêjên rojê team hişk dibe emrê wan ê depoyê zêde dibe û zû bi zû xera nabe. Aydenîz, anî ziman ku ev rêbaza zuhakirn û hişkirina team û sebçeyan di çanda kurdan de pir tê bikar anîn û wiha got: "Bi vê rêbazê maddeyên afla toksin tên avêtin û fêkî bi rêbaza paqij tê parastin. Divê ev temam li ber siyê bên raxistin. Raxistina teamên li ber tavê kelandin e. Berhemên raste rast li ber tîrêjên tavê hişk dibin bi awayekî xwezayî tên kelandin. Ji ber vê yekê em rêbaza zuhakirina nemê bikar tînin. Em tîrêjên rojê raste rast bikar nînin. Em ji tîrêjên rojê sûdê digirin. Em rê li pêş zêdebûna mantarên "afla toksin" digkirin. Ev hilberandin hem haqij e û hem jî ekolojîk e. Hem jî ji bo tenduristiya mirovan gelek baş e.
Ev proje dê li 40 gundên pilot têve meriyetê
Aydenîz, da zanîn ku dê vê projeyê li 40 gundên pîlot têxin meriyetê û têxin xizmeta welatiyan. Aydenîz, bibîrxist ku li ser axa Mezopotamyayê çandiniya organîk tê kirin û divê hilberîna berheman jî li gorî vê yekê organîk be. Aydeniz, bilêv kir ku hem dê jin di vê projeyê de bixebitin û hem jî dê tov, team û hilberîna ekolojîk û organîk pêş bixin.
(mae)