Li dijî bişaftinê ew jî fêrî Kurdî dibin
ÎZMÎR (DÎHA) - Welatiyên îtalyan, tirkmen û tirk ên li KURDÎ-DER a Îzmîrê hînî kurdî dibin diyar kirin ku perwerdehiya zimanê dayikê maf e û gotin ku divê pêkûtiyên li ser zimanê kurdî bên rakirin.
Li ser zimanê kurdî pêkûtî û qedexe berdewam dike, li hemberî van polîtîkayan kesên ku nerazîbûn nîşan didin û ligel ku ne kurd in jî ferî kurdî dibin jî her diçe zêdetir dibe. Welatiyên îtalyan, tirkmen û tirk ên ku serî li KURDÎ-DER'ê ya Îzmîrê dane û ferî kurdî dibin diyar kirin ku perwerdehiya bi zimanê dayikê maf e û divê pêkûtiyên li dijî kurdî bi dawî bibe.
'Ez li dijî polîtîkayên înkar û pêkûtiyan ferî kurdî dibim'
Xwendekara Zanîngeha Egeyê Çagla Aktaş a ku perwerdehiya kurdî dibîne diyar kir ku ew beşa mamostetiyê dixwine û perwerdehiya zimanê dayikê şert e. Aktaş destnîşan kir ku dema perwerdehiya zimanê dayikê tê dayîn zarok di dersên xwe de serkeftî dibin û zimanê dayikê mafek e. Aktaş bal kişand li ser polîtîkayên pêkûtî û înkarê yên li dijî kurdî û got ku ji ber vê yekê xwestiye fêrî kurdî bibe. Aktaş da zanîn ku dema ku hatiye KURDÎ-DER'ê rewşeke germ dîtiye û ev 2 hefte ye dersên kurdî dibîne û zû pêş dikeve.
'Kurdî zimanê gelekî ye'
Cemre Goçer ê tirkmen jî sedema daxwaza fêrbûna kurdî wiha anî ziman: "Bi salan ez di nava kurdan de mam. Em bûn cîranên hev. Lê min zimanê wan nedidît. Ji bo ku ez bikaribim bi zimanê wan bi wan re sohbet bikin fêrî kurdî dibim." Goçer di berdewamê de wiha axivî: "Li dijî van polîtîkayên îmha û pêkûtiyan ez ê bi israr hînî kurdî bibim. Dewlet ji bo ku kurdî bê tunekirin û neyê axaftin çi ji destên wan tê dikin lê çi dikin bila bikin kurdî zimanê gelekî ye û dê bê axaftin."
'Ez ê fêrî kurdî bibim û biçim Rojava'
Şengul Kiliç jî anî ziman ku berê jî zimanî almanî hîn bûye ji ber vê di fêrbûna kurdî de zehmetiyê nakişîne û di demeke kin de gelekî pêş ketiye. Kiliç bal kişand li ser girîngiya zimanê dayikê û got ku divê gelên ku li cografyaya Anatolya û Mezopotamyayê divê bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin.
'Kurdî zimanê gelekî ye ji ber wê hîn dibim'
Cosimo Pika yê îtalyanî jî diyar kir ku ji ber fêrbûna zimanê îtalyanî gelekî kêfxweş e û bi salan e eleqeya wî ji bo kurdî heye û dixwaze hînî kurdî bibe û biçe Rojava. Pîka wiha got: "Ez dixwazim bi zimanê gelê wê derê biaxivim. Dîsa ez bi îtalyanî ders didim kurdî zimanê geleke ye û ji ber vê min xwest hîn bibim."
Pîka bal kişand li ser polîtîkayên înkar û pêkûtiyê yên li dijî kurdî û anî ziman ku hînbûna zimanê dayikê mafeke demokratîk û rewa ye. Pîka got ku dema ku hat qet nedizanî lê di demeke kin de hînî kurdî bûye.
(sa)