Li dijî DAIŞ'ê çalakî: 15 çete hatin kuştin
TIL TEMIR - YPG'ê baragehên çeteyên DAIŞ'ê yên li gundê El-Hiwêc ê di navbera bajarê Til Temir û Çiyayê Ebdulezîzê de hedef girtin. 15 Çete hatin kuştin, 5 birîndar bûn û tirimpêleke leşkerî ya çeteyan jî hate rûxandin.
Di çarçoveya 'Pêngava tolhildana ji bo şehîdên Xiwêran û Şengalê' de, şevê din şervanên YPG/YPJ'ê li dijî navendên çeteyên DAIŞ'ê yên li gundê El-Hiwêc ê 8 km başûrê bajarê Til Temirê û li ser riya Çiyayê Ebdulezîzê, çalakiyek bi bandor lidar xist.
Çalakî saet di 01.10'an de li dijî dibistanan gund ku çete lê bicih bubûn, pêk hat û di encamê de 15 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin, 5 jî birîndar bûn û tirimpêleke doşka li ser a çeteyan hate rûxandin. Her wiha şervanên YPG/YPJ'ê bedeke kontrolê ya çeteyan ku li derdora gund bû, hedef girtin. Hate zanîn ku çalakî serkeftî bidawî bû bê ku ziyan bigihêje welatiyên sivîl ên gund.
Çeteyên DAIŞ'ê dema ku ketin gundê El-Hiwêc dest danîn ser dibistana gund û kirine navendeka xwe ya sereke û di navbera gund û Çiyayê Ebdulezîzê de bendeke kontrolê danîn da ku çûn û hatina welatiyên sivîl asteng bikin.
(he)