Li dijî germbûna global çalakiya Saeta Cîhanê
Ji bo bal were kişandin ser germbûna global û di vî warî de hestyariyek bê afirandin, Weqfa Parastina Jiyana Xwezayî ya Cîhanê (WWF) banga çalakiya Saeta Cîhanê kir. Ji gelemperiya cîhanê bi hezaran sazî û rêxistinan destek dan vê çalakiyê
Navenda Nûçeyan - Anf Ji bo bal were kişandin ser germbûna global û di vî warî de hestyariyek bê afirandin, Weqfa Parastina Jiyana Xwezayî ya Cîhanê (WWF) banga çalakiya Saeta Cîhanê kir. Ji gelemperiya cîhanê bi hezaran sazî û rêxistinan destek dan vê çalakiyê.
Li ser banga WWF, li piraniya wlaten Asya, Ewropa û Amerîkayê, saet di navbera 20:30 û 21:30 de ronahî ji bo pênc deqeyan hat vemirandin. Kûleya Eyfel a li Parîsê, Navenda Bazirganiyê ya Navneteweyî ya ji 118 qatî ya li Hong Kongê, bajarê antîk Akropolîs ê li Yewnanîstanê, kûleyên cotik Petronas ên li Kûala Lûmpûr jî di nav de bi hezaran avahî û cihên dîrokî beşdarî çalakiyê bûn.
Çalakiya bi navê Earth Hour (Saeta Cîhanê) yekemcar di sala 2007'an de li bajarê Awûstûralya Sydneyê pêk hatibû û piştre li gelek welatên cîhanê belav bûbû. Hat ragihandin ku 170 welat îsal tevlî çalakiyê bûn.