Li dijî karkerên kurd lînca nijadperestan
Karkerê kurd Hasan Karahan di encama lînçkirina komek nijadperest de guh û çavê xwe yê rastê winda kir. Karahan ji ber darbeyên ji pişt û serê xwe girtîn jî ev 3 meh e di nav cihan de ye. Karahan ku ji bo debara zarokên xwe çû xebatê, niha nikare xwe li ser piyan bigire. Karahan ku malbata wî pirsgirêkên aborî dikişîne, li benda alîkarî û edaletê ye.
Nijadperestiya li hemberî karkerên kurd ên bi armanca kar diçin metrepolên Tirkiyeyê berdewam dike. Hemwalatiyên bi navê Hasan Karahan, Huseyin Gok û Recep Kahraman ji bo xebatê di meha îlonê de çûn Navçeya Sarizê ya Qayserîye. Karkerên demekê di karê bi cihkirina kevirên parkeyî de xebitîn, rastî êrîşa komek 30 kesên nijadperest hatin. Di encama êrîşê de Hasan Karahan bi giranî birîndar bûm. Di êrîşê de guhê Karahan hate birîn, hestiyê rûyê û çeneya wî hate şikandin. Her wiha di encama derpkirinê de Karahan di serî de ji pişt û gelek cihên xwe birîndar bû. Karahan ku ji bo kar çûbû Qeyseriyê ji roja êrîşê heta niha di nav cihan de ye û nikare bixebite.
'Li ber Qaymeqamiyê pêşiya me girtin'
Li ser mijarê Karahan daxuyand ku ji bo debara xwe bikin neçarî diçin metropolên Tirkiyeyê û mijar wiha vegot: "Di meha îlonê de em çûn Qeyseriyê. Di şirketekê de me dest bi kar kir û nêzîk 10 rojan em xebitîn. Rojekê muxtarê taxê hate cem me û diyar kir ku mutahîdê em ji bo dixebitin pere girtiye û reviya ye. Li ser vê yekê em çûn me serî li Qaymeqamiya Sarizê da. Qaymeqam xwest ku em kar biqedînin û diyar kir ku ew dê heqê me bide. Piştî vê soza qaymeqam em ji Qaymeqamiyê derketin. Li ber deriyê qaymeqamiyê du kesan pêşiya me girt û pirsa, 'Hûn çima li me temaşe dikin û hûn ji kûn ne?' kirin. Me jî ji wan re agot ku me li wan temaşe nekiriye û em ji kû bin jî ne girîng e. Lê bi israr pirsa 'Hûn ji kû ne kirin?' kirin. Min jî got em ji Amedê ne. Li ser vê bersiva 'Hûn nikarin me temaşe bikin. Ez dewletim' da."
Guhê wî jê kirin, çeneya wî şikandin
Karahan derbirî ku ew û hevalên xwe dema diçûn cem wesayîta xwe ya li nêzîk qaymeqamiyê parq kirîne,vê carê komek li derdora 20-30 kesan pêşiya wan girtiye. Karahan anî ziman ku berî koma nijadperestan êrîşî wan bike, li nûmareya 155'an a polîsan geriyaye û alîkarî xwestiye. Karahan anî ziman ku di dema telefon kirî de koma 2 kesên li ber qaymeqamiyê jî di nav de bi satora, şîş û daran êrîşî wan kirine. Karahan ev tişt gotin: "Me xwest em birevin lê ez di nav destê wan de mam. Ji ber derbeyê li serê min ketî ez ji serxwe çûme. Piştre li nexweşxaneyê ez hatim ser hemdê xwe. Hevalên min ez birime Nexweşxaneya Dewletê ya Sarizê û piştre ez serqî Nexweşxaneya Dewletê ya Qeyseriyê. Di êrîşê de hevalên min bi sivîkî birîndar bûne. Lê dema ez li nexweşxaneyê hişyar bûm, min dît ku guhê min ê rastê jê kirine. Her wiha hestiyê sûretê min û çeneya min jî şikandine. Çavê min ê rastê nabîne. Ji ber darbeyên li pişta min xistîne, hestiyên pişta min perçiqandine. Ez nikarim xwe li ser piyan bigirim. Gelek derbe li serê min jî xistine."
Ji bo kar çû lê êdî nikare bixebite
Karahan ku ji bo debara malbata xwe bike çûbû Navçeya Sariza Qeyseriyê ji ber êrîşa nijadperestan niha nikare ji nav cihan rabe. Karahan anî ziman ku bi boneya ewlehiya canê wî tune ye, nekariye biçe Navçeya Sariza û gilî bike. Karahan wiha domand: "Min xwest min bişînin Amedê. Bijîşkan jî ez sewqî Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdehiyê ya Amedê kirim. Ev nêzî du meh û nîvan e tedawiya min berdewam dike." Karahan ê bavê 3 zarokan niha li ser êrîşkariya rastî hatî, astengiyên aborî jî dikişîne. Karahan wiha got: "Niha ez nikarim xwarinê jî bixwim. Rewşa min xirab e. Nikarim bixebitim jî. Malbatan min di rewşek xirab de ye. Ez bi alîkariya cîran û xizmên xwe dijîm. Min serî li Şaredariya Sûrê da. Ji min re gotin em dê bin mal lê hêj li min venegeriya. Niha hevsera min pincar difiroşe û li me dinêre. Lê ev têrê nake."
Serî li ÎHD'ê da'
Karahan ku ji ber ewletiya canê wî tune ye, nikare biçe Qeyseriyê û giliyê bike, ji bo alîkariya hiqûqê serî li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê da. Têkildarî êrîşê Karahan da zanîn ku ji ber kurdbûna xwe rastî êrîşê hatiye û banga alîkariyê kir. Rayedarên ÎHD'ê jî daxuyandin ku piştî serlêdanê daxwaznameya giliyê ji Serdozgeriya Komarê ya Sarizê re şandine lê heta niha tu encam negirtine.
DÎHA (yo/eb/mae)