1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li dijî Kurdan gefa asîmîlasyonê didome
Li dijî Kurdan gefa asîmîlasyonê didome,li,dijî,kurdan,gefa,asîmîlasyonê,didome

Li dijî Kurdan gefa asîmîlasyonê didome

A+ A-

ALÎ DÎROK - BEHDÎNAN 03.08.2014 07:05:33 Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Kasim Engîn da xuyakirin ku Kurd civakeke di bin gefa asîmîlasyon û qirkirinê de dijî û destnîşan kir ku xweserî bersiva herî mezin li asîmîlasyonê ye.

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Kasim Engîn da xuyakirin ku Kurd civakeke di bin gefa asîmîlasyon û qirkirinê de dijî û got, "Avakirina organên rêveberiya cewherî ya li ser bingeha komun û meclîsan, pêşvebirina taybetmendiyên exlaqî û polîtîk ê gelê me, di pêvajoya netewîbûyîna demokratîk de wezîfeya herî şoreşgerî û azadîparêz e. Di heman demê bersiva herî mezin e li rastiya qirkirin û asîmîlasyona li ser me tê ferzkirin."

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Karkerên Kurdistane (PKK) Kasim Engîn, asîmîlasyona li ser gelê Kurd tê meşandin û rê û rêbazên têkoşîna li dijî vê ji ANF'ê re nirxand.

'CEWHERA QIRKRINA ÇANDÎ ASÎMÎLASYON E'

Engîn diyar kir ku asîmîlasyon û qirkirin encama pêvajoyeke xwezayî nîne û destnîşan kir ku desthilatdarên nikarin bi asîmîlasyonê civakên ji aliyê çandî ve xurt bihelîne, dixwazin bi qirkirinê bigihêjin armanca xwe. Komara Tirkiyeyê û rêxistinbûyîna Îttîhat-i Terakkî ya beriya wê, di dema Osmanî qirkirin xistin rojevê. Mirov bi awayekî hovane qir kirin. Yên ku karibû di nava xwe de bihelîne ji aliyê çandî ve qir kir. Cewhera qirkirna çandî jî asîmîlasyon e.

Engîn bibî xist ku piştî peymana Lozanê Komara Tirkiyeyê Kurd bi temamî red kiriye, Înkar kiriye û got, "Ji hingî ve tê dîtin ku êdî Kurd tine tê hesibandin. Di Destûra Bingehîn a sala 1921'ê de Kurd hebûn, lê belê di ya 1924'an de tineye. Ji ber vê yekê Kurd dizanin divê li ber xwe bidin, serî hildin.

Kurdî tê qedexekirin. Li aliyê rojava yê Firatê li Meletî, Mereş, Semsûr, Dîlok, Sêwas û Kayseriyê bi taybetî tê xwestin ku Kurdî bê qedexekirin. Aliyê rojava yê Firatê qada ku asîmîlasyon bi xurtî lê pêk hatiye û êdî Kurdî baş lê nayê axivîn e. Cihê ku karê helandinê lê bi ser ketiye, Tirk lê bicih bûne."

'DEST JI ASÎMÎLASYONÊ NEHATIYE BERDAN'

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Kasim Engîn ragihand ku di destê wan de hin belge hene ku nîşan didin dest ji asîmîlasyonê nehatiye berdan û di vî warî de ev nirxandin kir: "DGP (Plana çalakiyê ya rojhilat, başûr rorjhilat) di nivîseke Baskin Oran de hebû. Nivîsek di 11'ê Îlona 2000'î de hatiye nivîsandin. DGP biryareke di sala 1999'an de li MGK hatiye wergirtin e. Belgeyeke din a di demên dawî de derket holê jî projeya yekbûyîna Mîlî ye. Diyare ev proje di sala 2007'an de hatiye amadekirin, yanî dest ji asîmîlasyonê nehatiye berdan. Dibêjin ya qaşo me dest ji înkarê berdane, em Kurdan înkar nakin. Ev çîrok e! Ev proje projeyeke di dema AKP'ê de hatiye amadekirin e.

Bi ser malbatên şehîdan ên PKK'ê de çûyîn, destwerdana dewletê li malbatên PKK'ê, daxuyanîdayîna hin malbatên ku li Amedê zarokên xwe dixwazin, hemû di çarçoveya projeya yekbûyîna Mîlî de tên kirin. Çûyîna mizgeftê ya efseran, beşdariya wan li dawetan, di remezanê de dayîna xwarina fitarê ji aliyê fermandaran ve, amadekirina meleyên taybet û şandina hezar ji wan ji bo Kurdistanê, encamên vê projeyê ne."

Engîn diyar kir ku her çend PKK'ê serketinên mezin derxistiye holê jî hînê di nava Kurdan de hin kes hene Tirkîtî ji serê xwe neavêtine û destnîşan kir ku dewlet di wê baweriyê de ye ku eger karibe projeyeke xurt derxîne holê wê karibe Kurdan ji nû ve qezenç bikin, Kurdan ji nû ve bihelînin.

Engîn da zanîn ku îro li Kurdistanê çiqas malbatên bi dewletê re dixebitin li naverastê digerin û Garîp Ensarîoglû xwendekarên li Kurdistanê dibe bajarên rojava ji bo gerê. Kargehên telefonê yên weke Turkcell vê yekê gelek caran dike. Ev hemû di çarçoveya projeyekê de tên kirin.

TÊKOŞÎNA LI DIJÎ ASÎMÎLASYONÊ

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Kasim Engîn da xuyakirin ku bi vê projeyê re têgihiştina 'azad e' li gel Kurdan tê afirandin û got, "Di çarçoveya van projeyan de Kurd ketin rewşeke welê, ku herî zêde bi Tirkî diaxivin, herî zêde diçin dibistanên Tirkî, herî zêde Kemalîzmê dijî. Çûyîna leşkeriyê ya Kurdan, çûyîna dibistanan ji bo Erdogan bû çavkaniya hêviyê. Heta li hemberî vê rewşê helwest neyê nîşandan, rizgariya ji vê ne pekan e. Ya ku divê were kirin jî, tavilê terikandina wî mejî ye. Yekane rêya rizgariya ji asîmîlasyonê ev e.

Avakirina organên rêveberiya cewherî ya li ser bingeha komun û meclîsan, pêşvebirina taybetmendiyên exlaqî û polîtîk ê gelê me, di pêvajoya netewîbûyîna demokratîk de wezîfeya herî şoreşgerî û azadîparêz e. Di heman demê bersiva herî mezin e li rastiya qirkirin û asîmîlasyona li ser me tê ferzkirin."