1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li dijî kurdan hevkariyê dikin
Li dijî kurdan hevkariyê dikin,li,dijî,kurdan,hevkariyê,dikin

Li dijî kurdan hevkariyê dikin

'Ji bo kurd statuyê bi dest nexin dewlet hevkariyê dikin'

A+ A-

Çalakiya greva birçûbûnê ya di çarçovaya "Konê Berxwedanê ya Demokratîk" de tên lidarxistin, didomin. Ji gelek taxan bi hezaran kes tên serdana çalakvanan. Çalakvanan bi formên siyasî ku vesaz dikin de li ser geşedanên li Tirkiyeyê û herêmê dinirxînin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya di çarçeveya "Konê Berxwedanê ya Demokratîk" ku bi pêşengiya BDP'ê û TUHAY-DER'ê hate lidarxistin, didome. Çalakvanên ku çalakiya xwe li ber avahiya Mala Demokrasî û Çand a Taxa Gulbahçesi ya li Navçeya Seyhan a Edeneyê ye pêk tînin, ji aliyê bi hezaran kesên ji gelek taxên girêdayî navçeyên Seyhan, Çukurova û Yuregirê ne, tê ziyaret kirin. Çalavnan di qada çalakiyê de her şev çalakiyên cur bi cur li dar dixin. Di çalakiya duh de forma siyasî hate lidarxistin û li ser geşedanên li Tirkiye û herêmê diqewimin hate sekinandin. Beşdaran di forma siyasî de balkişandin ser ji nû vesazîbûna herêmê û li ser têkiliya wê ya bi êrîşên AKP'ê ya ligel gelê kurd û tevgera kurd a siyasî. Hate gotin ku di vê vesazîbûnê de ji bo kurd statu bi dest nexin, hemû dewletên herêmê di nava hevkariyê de ne. Çalakvanan her wiha di forumê de armanca çalakiya xwe vegotin. DÎHA (ab/mae)