Li dijî kurdan peyman îmze kirin
Faqih: AKP û KNS li dijî kurdan peymanek ji 6 xalî îmze kirin
Nivîskarê Lubnanî Mahmud el Faqih aşkere kir ku hukûmeta AKPê bi Serokê Konseya Neteweyî ya Sûriyê (KNS) Burhan Galyun re li dijî kurdên li her du welatan peymanek îmze kiriye.
Nivîskar Faqih 6 xalên li dijî kurdan ku dixwazin piştî rûxandina rejîma Esad pêk bînin diyar kir û aşkere kir ku Burhan Galyun û hukûmeta tirk li dijî kurdan vê peymanê îmze kirine.
Feqîh diyar dike ku piştî dagirkirina Îraqê, Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê ji bo Tirkiyeyê bûye mîna korîdorekê û Tirkiye hêvî dike ku vê korîdorê dager bike. Feqih nivîsa xwe wiha didomîne: ”DYA ji bo hebûna Tirkiyeyê ya li herêmê bêtir bide zanîn û berfirehkirin’Projeya Îslama Modern’ kiriye dewrê. Ew dikarin vê projeyê bi tenê ji derê Sûriyê re bikine nav cîhana ereban, lewra Tirkiy jî ji bo vê pir bi hewes û daxwaz e û korîdora herî sist jî, sînorên Tirkiye û Sûriyê ne.
Feqih di nivîsa xwe ya BHA’yê de her wiha dide zanîn ku peymana navbera hukûmeta Tirkiye û Serokê Konseya Neteweyî ya Sûriyê (KNS) Burhan Galyun, di 20’ê îlona sala 2011’an de hatiye îmzekirin.
Xalên vê peymana li dijî kurdan a di nivîsa Feqih de hatine diyarkirin ev in:
-Hukûmeta nû ya dê li Sûriyê bê avakirin, dê bi tu armancî destûrê nede Partiya Karkerên Kurdistan (PKK)ê ku li ser axa Sûriyê kar û xebatan bike. Di sala 1998’an de, di navbera Tirkiye û Sûriyê de ”Peymana Edenê” hatibû îmzekirin (Dê destûrê nedine tu xebatî ku dê îstikrara Tirkiyeyê xerab bike) piştî rejîma Baas jî ev peyman dê ji aliyê hukûmeta nû ve bê pêkanîn.
-Hukûmeta ku dê li Sûriyê bê avakirin, di Makeqanûna nû de dê kurdan nas neke.
-Her wiha Partiya Yekîtiya Demokratîk a di muxalefetê de ye jî di nav de, ji bo lawazkirina partiyên kurd çi pêwîst be divê bê kirin.
-Dewleta tirk li herêma kurdan a di nav sînorên Sûriyê de ye, li dijî ”terorîzmê” dikare destê alîkariyê dirêjî hukûmeta Sûriyê bike.
-Hukûmeta nû ku dê li Sûriyê bê avakirin, di avakirina raya giştî ya li dijî tevgera kurd de, bi hemû şêwazan dê li ba Tirkiyeyê cî bigire.
-Eger pêwîst bike, ji bo şopandina terorîstan a di nav sînorên Sûriyê de, dê destûrê bide meqamên Tirkiyeyê.
Mahmut El Faqih di gotara xwe de diyar dike ku ev peyman ji bo bi temamî bêbandorkirina kurdên Sûriyê hatiye îmzekirin û wiha didomîne: ”Em mîna ku hîn niha têdigihêjin ka sedema ev çendî zêdekirina êrîşên li dijî kurdan çiye. Lewra çendek berê Galyun daxuyaniyek dabû çapemeniya Alman (Deusche Welle) û sînyalên ku dê li dijî kurdan hesabên bi vî rengî bibin, dabû. Lê gelên li Sûriyê dijîn bi hemû yekîtiyên xwe ve li dijî vê lîstikê bûne yek, bi mehan têkoşiyane û vê lîstikê xirab kirine.”
Çavkanî: ANF NEWS AGENCY Wergera ji tirkî: Amîda Kurd