1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. ‘Li dijî modernîteya kapitalîst, Îslama azad’
‘Li dijî modernîteya kapitalîst, Îslama azad’,li,dijî,modernîteya,kapitalîst,îslama,azad

‘Li dijî modernîteya kapitalîst, Îslama azad’

A+ A-

HAGEN 26.05.2014 15:08:10 Encamnameya Konferansa Îslama demokratîk a Eweropa ku li bajarê Almanya Hagenê tê li darxistin hat eşkere kirin. Di konferansê de weke alternatîf li hemberî modernîteya kapitalîstê ‘nêzikatiya Îslamî a azad, adil, demokratîk, zêdeyî û wekhev’ hat ecibandin.

Di dîrokên 24-25’ê Gulanê de Konferansa Îslama Demokratîka Ewropa a Kurdistanê ku li bajarê Hagen yê Almanya hat li darxistin, ji seranserê Tirkiye û Ewropa 250 delege tevlî bûn. Ev konferans di parelela Kongreya Îslama Demokratîk a ku di 10-11’ê Gulanê li Amedê çêbûyî, pêkhat.

Ji aliyê Konfederasyona Civaka Îslamiya Kurdistanê rêze panelên ku li bajarên cuda yên Ewropa pêkanîn de şûn de konferansa ku pêkhat de, hîmên herî bingeh yên Îslamê Quran û hînkariyên Sunnetê yên di pêvajoya çareseriya alema Îslam û siyaseta Rojhilata Navîn de hatin nîqaş kirin.

Li gorî encamnameyê ev mijar ji aliyê delegeyan ve di dingeha biratî, aştî, edalet û çareseriya gel a li gorî Îslamê hatin nîqaş kirin, li ser rêgezên gerdonî nîqaş hatin kirin.

Di agahiyan de konferansê di vî alî de giha “encama ku divê hînkariyên civakî yên ku di Şaristaniya Medînê de Hz. Muhammed daye pêkanîn bên bingeh girtin” hat diyar kirin.

Encamên ku Konferansa Îslama demokratîk gihayê wiha hatin rêzkirin:

1-)Konferansa me di lêgerîna aştiya cîhana Îslamê û Rojhilata Navîn de pirsgirêkên nava Muslumanan de nîqaş kirine û hati diyar kirin ku ji ber Îslam hatiye xistina nava desthilatdariyê ev pirsgirêk deketine.

2-)Nêzikatiya Pêxemberê me a ji bo rêveberiyê em hem ji Quran û hem ji Vesikaya Medînê hîn dibin.

3-)Olê Îslamê li hemberî hemû cûrên asimilasyonê, înkar, îmha û cudakariyê weke înkarkirina ayetên Allah dîtiye.

4-) Îslam ku olê aştiyê ye, li ser gelên cîhan û gerdonê tundiya heye na pejirîne, vêna jî weke bingeha dijî derketina Îslamê tahrîf dike.

5-) Nijatperestî û netewperestiya ku hatiye xistina nava gelên Îslamê de ne rast hatiye dîtin, di Quran û Pêxemberê me bi şêweyekî nêzikatiya ji bo zêdehiyan a li ser bingehê huquqî di nêzikatiya Îmmeta Îslamê de daye diyar kirin.

6-)Di Rojhilata Navîn û Alema Îslamê de weke civakî û siyasî pirsgirêka herî bingeh a Kurdan û gelên Kurdistanê pirsgirêka huquq û desthilatdariyê ye.

7-)Medreseyên dîrokî yên Kuristanê di rola xweya navenda îrfan û Îlim de leyîstin, ji bo cîhana zanîstî a Îslamê rolekî serek leyîstiye.

8-)di Konferansa me de rewşa jinê a dinava êşan a dinava civakên Îslamê de hatiye dest girtin.

9-)Bi qasî ji bo Muslumanên li Kurdistanê mecbûriye jî Kurdên Musluman yên ku li Ewropa dijîn jî cemaet û şahsiyet bên gel hev, bên navber dinava diyalogê debin, di bin sîwana hevbeş de sazûbûna xwe bidin çêkirin.

10-)gelên din yên Îslam yên ku li Ewropa dijîn û bi komên baweriyên cuda re di aliyê wateya muspetê de danûstandina fikir û nêrînên xwe bikin.

11-)Ji bo Konferansên wiha bidomin, biryarekî hevpar hatiye girtin.

12-)Konferansa me, şoreşa Rojava silav kir, hêzên ku li ser navê Îslam û ol li hemberî Kurdan komkujî û soykiriman pêktînin bi şêweyekî tund hatine nelet kirin.

13-)kongreya me di kesayeta Melle Abdullah Tîmokî, Şêx Saîd û Saîd-î Kurdî ji bo fêrbûna Îslama rast hatiye diyariya hemû mensubên medreseyan.