1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li dijî navenda jinan êrîşa bi bombeya deng
Li dijî navenda jinan êrîşa bi bombeya deng,li,dijî,navenda,jinan,êrîşa,bi,bombeya,deng

Li dijî navenda jinan êrîşa bi bombeya deng

Ji dijî Navenda Şêwirmendiya Jinê Amîda êrîşeke bombeyî pêk hat

A+ A-

Navenda şêwirmendiya jinê ya bi navê Amîda ku di bin banê şaredariya sura Amedê de xebatên xwe dimeşîne ji alî kesên nenas ve bi bombeya deng êrîş pêk hat. Doh di seatên dernegî şevê de di berbanga sibehê de seat derdora 03:00 ji alî kesên ne diyar ve êrîşek li dijî navenda şêwirmendiya jinê pêk hat. Ev êrîşa ku bi destên tarî li dijî navenda jinê pêk hatiye ji alî jinên navçeyê û xebatkarên navendê ve hate şermezakirin. Her wiha saziyên sivîl ên Amedê ên wekî DİKASUM, EPİDEM, navenda jinê ya Ekin Ceren , KADEM, navenda Kardelen, Akademiya jinê,Navenda çandê a Dicle Fıratê, Meclisên taxan , KESK, saziyên jinan ên di bin banê Şaredariyên Sur,Rezan û Şaredariya Mezin de dixebitin jî tevli daxuyaniya şermezarkirina vê êrîşê bûn. Li ser navê navenda jinan Amida xebatkara navendê Leyla Simedurmaz,daxuyanî xwend. di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser vê êrîşa li dijî navendê. Leyla Simedurmaz derbarê êrîşê de wiha got: "Derdora salekê ye em di bin banê vê saziyê de bi dirûşmeya 'Em tekoşîna azadiya jinê bilind bikin' xebatên xwe dimeşînin'. em tekoşîna xwe li dijî hemû rengên şîdeta li dijî jinê, tecawiz, fihûş û polîtîkayên belavkirina madeyên hişbir dimeşînin'. Simedurmaz di berdewamiya axaftina xwe de got ku ev hişmendiya qirêj û êrîşa li dijî me pêk hatiye dê tucaran me ji vê tekoşîna me dûr neke û ev êrîş jî baş nîşan dide ku tekoşîna me ya azadiya jinê hin kesên xwedî hişmendiya paşketî û qirêj aciz dike. di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku ev derdorên xwedî hişmendiya qirêj a paşketî dixwazin me bitirsînin da ku em dest ji vê tekoşîna xwe berdin lê em jî dibêjin em li virin û emê heta dawî vê tekoşîna xwe berdewam bikin. daxuyanî bi dirûşmeyên ' Jin jiyan azadî ' û tilîliyan bidawî bû.