Li dijî polîtikayên AKP'ê mînakên cihanê yên zimanê zikmakî
21.09.2013 ALPER ATALAY
ENQERE (DÎHA) - Li gorî agahiyên qulîsan di pakêta AKP'ê de ya Demokratîkbûnê de li dijî mafê perwerdehiya zimanê zikmakî yên kurdan dixwazin "Dibistanên taybet ava bikin. Lê li dijî vê yekê ji 194 welatên cîhanê li 113 welatan bi gelek zimanan perwerdehî tê dayîn û gelek zimanên fermî hene. Ev mînakên cîhanê, şaşî û israra înkara ziman a hikûmetea AKP'ê nîşan dide. Tenê li Bolivya 37 zimanên zikmakî zimanên fermî ne.
Li gorî rêgez û krîterên mafên mirovan ên gerdûnî û peymanên navneteweyî zimanê zikmakî mafekî herî jêveneger û esasî ye. Divê her kes karibe azad bi zimanê xwe bi axive û perwerde bibe. Ev mafekî wan ê mirovahî û gerdûnî ye. Mafê hîndekarî û perwerdehiya zimanê zikmakî mafê her civak û mirovan e. Lê li Tirkiyeyê ligel nêzî 27 ziman hene jî tenê Tirkî zimanê fermî û perwerdehiyê ye. Li gel ku kurd û civakên din daxwaza zimanê perwerdehiyê dikin jî daxwaza kurdan ji aliyê dewlet û hikûmetê ve tê redkirin. Li gorî agahiyên kulîs û çavkaniyên nava meclisê tê gotin ku di pakêta AKP'ê de ya Demokratîkbûnê de li dijî mafê perwerdehiya zimanê zikmakî yên kurdan dixwazin "Dibistanên taybet ava bikin. Lê li dijî vê yekê ji 194 welatên cîhanê li 113 welatan bi gelek zimanan perwerdehî tê dayîn û gelek zimanên fermî hene.
Li 113 endamên NY'ê ji zimanekî zêdetir zimanê zikmakî hene'
Li gorî nexşeya Cîhanê ya di 21'ê Sibata 2002'an de ji aliyê UNESCO ve hat amadekirin 6 hezar ziman hene û nevîyên wan di talûkeya tunebûnê de dijîn. Ji 194 welatên endamên Neteweyên Yekbûyî (NY) li 113 welatan ji zimanekî zêdetir gelek zimanên fermî hene. Li Komara Gel Çînê 51, li Hindistanê 36, li Rusya yê 34, li Îtalyayê 11, li Filipinê 17, li Efrîqaya Bakur 11 zimanê zikmakî fermî ne. Li cîranên Tirkiyeyê Iraqê 4, li îranê 8 zimanên fermî hene.
'AKP plan dike ku dibistanên taybet ava bikin'
Li Tirkiyeyê kurd bi salan in daxwaza perwerdehiya zimanê zikmakî dikin û dixwazin zimanê wan jî bibe zimanê fermî. Lê dewlet û hikûmet her tim bi tirsa 'Dê Tirkiye perçe bike' zimanê kurdî înkar dike û destûr nade ku kurdî bibe zimanê fermî. Di pakêta Hikûmeta AKP'ê ya "Demokratîkbûnê" de jî tê gotin ku hikûmet armanc dike ku "Dibistanên Taybet" ava bike. Li van "Dibistanên Taybet" dê dersên kurdî bên dayîn. Lê di hemû dibistanên seretayî, navîn, lîse û zanîngehan de dê kurdî wekî zimanekî perwerdehiyê neyê dayîn. Hikûmet armanc dikin ku bi guhertina hêjmara 5580'an a Zagona Perwerdehiya Zaybet "Li Dibistanên Taybet" perwerdehgiya zimanê zikmakî bidin û perwerdehiyê di nava sînorekî teng de bihêlin.
Li dijî vê polîtîkaya Tirkiyeyê hin mînakên cîhanê wiha ne
ALMANYA
Li Almanyayê li dibistanên sereteyî hefteyê 3 û 5 saet mecbûrî perwerdehiya zimanê zikmakî tê dayîn. Di bin navê "Plana Lihevhatina Neteweyî" de perwerdehiya cot ziman tê dayîn. Zimanê elmenî û tirkî bi hevre tê dîtin. Lê li gel vê yekê Serokwezîr Erdogan ev yek rexne kiribû.
ÇÎN
Li Çînê gelek civak û nijadên cuda hene. Li Çînê 140 ziman tên axaftin. Zimanê fermî Çînî ye. Di sala 1984'an de bi zagona "Xweseriya Herêmî ya Kêmarên Neteweyî" li her herêmê bi zimanê xweser perwerde tê dîtin. Herêm dikare bi xwe biryara perwerdehiya ziman bide.
EFRÎQA BAKUR
Di makeqanûna 1993'an de ziman wekî mafekî bingehîn ê mafê mirovan hat dîtin û pir zimanî wekî dewlemendiya welat hatiye dîtin. Li gel zimanê îngîlîzî, Afrikaans 9 zimanên cuda wekî zimanê fermî hatiye qebûlkirin.
Bolivya û Swêd
Li Bolivyayê jî 37 zimanê fermî hene. Li Bolivya di sala 1994'an de perdehiya du zimanî ket meriyetê. Li Swêdê Komara Federal a 23 kanton heye. Zimanê fermî yê Swêd, Almanî, Firansî û Îtalî ye. Romans wekî zimanê neteweyî hatiye qebûlkirin.
Swêd
Li gorî pergala Perwerdehiya Swêd zimanê li malê tê axaftin di perwerdehiyê de jî derbas dibe. Ger ku koma herî kêm 5 kes çêbibin dikarin bi zimanê zikmakî perwerdehiyê bibînin. Li Swêdê bi 32 zimanên zikmakî perwerdehî tê dayîn.
Li Îsraîl, Holanda, Kanada, Fransa Belçika, Hindistan, DYA, Îspanya, herî kêm bi 2 zimanan perwerdehî tê dayîn û perwerde li gorî xweseriya herêmê û zimanê herêmê tê dayîn.
(mae)