Li dijî Qereqolê êrîşa bi roket
Li dijî Qereqola Nêriba Topalan êrîşa bi roket
09:36 05.05.2012 AMED (DÎHA) - Li navçeya Hênêya Amedê duh leşgerên Qereqola Nêriba Topalan welatiyên ku li mêrgê sewalên xwe diçêrand dan ber guleyan û jinek birîndar kirin. Piştî bûyerê şevê din Qereqol rasti êrîşa bi roket hat.
Li Navçeya Hênê ya Amedê duh esir leşkerên Qereqola Nêriba Topalan a girêdayî Hênê welatiyên ku li mêrga gund pezê xwe diçêrandin dan ber guleyan. Di gulebarandina leşkeran de jina bi navê Bedriye Gezen bi guleya leşkeran birîndar bû. Gezen, piştî birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hênê û ji vir jî bi Ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Amedê. Piştî bûyerê şevê din Qereqola leşkeran rastî êrîşa roketan hat. Piştî êrişa li dijî qereqolê bi piştgiriya helikopteran operasyon hate destpêkirin û pevçûn derket.
Walîtiya Amedê daxuyanî da û diyar kir ku koma ji 8-10 kesan pêk dihat êrîş pêk anîye. Walityê da zanîn ku piştî êrîşê bi tevlêbûna helîkopter û tîmên taybet operasyon hatiye destpêkirin.
(mae)