Li dijî qetilkirina jinê sala têkoşînê: 2013
10:40 24.12.2013 1 / 9 NAGÎHAN AKARSEL
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Sala 2013'an bi qetilkirina jinê û têkoşîna jinê ya li dijî qetilkirinê dest pê kir. Di 9'ê Çile de li Parîsê 3 siyasetmedarên kurd ên jin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi komployek navneteweyî hatin qetilkirin. Piştî kuştina 3 jinên kurd, jinan 9'ê Çile ji bo xwe Roja Çalakiyên Hevpar ên li dijî Komkujiyê îlan kirin. Jinên kurd li dijî vê komployê bi bilindkirina têkoşînê bûn bersîv. Di 2013'an de li aliyekî kuştinên jinan, kuştinên nefretê, binçavkirin, lêgerîna tazî, kesên di "Doza şermê de" serbest hatin berdan berdana kujeran berdewam kir. Li aliyekî polîtîkayên hikûmet û dewletê yên bi pergalên ŞONİM û GEBLİZ'ê berdewam kir, li aliyê din jî, jin daketin qadan û bêtir xwe bi rêxistin kirin û konferans pêk anîn.
Li cîhanê her dem hêzên serdest û îxtîdarê, li dijî jinên têkoşer, vîndar, siyasetvan û pêşeng ku dixwazin di hemû qadên jiyanê de xwe bi rêxistin bikin, tundî, zext, kuştin û serdestiya xwe zêde dike. Jinan li gel zêdebûn û qetilkirina jinan di sala 2013'an de bêtir li dijî konsensusa hevpar a pergala neoliberal tekoşîna xwe bilind kirin. Jin di sala 2013'an de herî zêde li welatê Misir, Tunus, Libya, Suriye û gelek welatên Rojhilata Navîn mexdûr bûm û mafên wan hatin binpêkirin. Jinan li hemberî van zext û binpêkirina mafan, polîtikayên înkar û îmhayê bêtir hatin cem hev û stratejiyek têkoşîna hevpar pêşxistin. Ji bo Meşa Jinan a Cîhanê, Civîna Jinên Enternasyonal Sosyalîst û platform û konferansên jinan pêk anîn. Jin di 8'ê Cîhanê Roja Jinên Cîhanê û 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Hemberî Jinê ya Navneteweyî daketin kolanan û dengê xwe li dijî tundiyê bilind kirin. Di serê salê 9'ê Çile de, li Parîsê 3 jinên kurd ên siyasetmedar Sakîne Cansız, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez hatin qetilkirin. Qetilkirina 3 jinên kurd ên bi komploya navneteweyî pêk hat, li hemû welatên cîhanê hat şermezarkirin. Di 31'ê Gulan û 1-2'ê Hezîranê de Li Amedê Konferansa Jinên Rojhilata Navîn pêk hat. Di vê konferansê de 9'ê Çile Roja Çalakiya Cîhanê ya li dijî Cînayetên Siyasî hat ilankirin. Jina biryar da ku li her derê cîhanê têkoşîna hevpar a li dijî tundiyê bimeşînin.
Di 9'ê Çile de li Parîsê Pêşenga PKK'ê Sakine Cansiz, Endama KNK'ê Fîdan Dogan û endama Meclisa Jinê Leyla Şaylemez bi komployek navneweyî hatin qetilkirin. Li her welat, bajar û qadan kuştina 3 jinên kurd hatin şermezarkirin. Di 17'ê Çile de cenazeyên 3 jînên kurd li Qada Batikentê ya Amedê ji aliyê sedhezaran kesan ve hatin oxirkirin. Gelê kurd soz da wan ku dê têkoşîna wan bilind bikin.
Jinan mîtîngê piştgiriya Rojava pêk anîn
Meclisa Jinan a BDP'ê û hevparên KCD'ê ji bo piştgiriya Gelê Rojava li Nisêbînê di 26'ê Kanûnê mîtîng pêk anîn û diyar kirin ku Şoreşa Rojava ku di 19'ê Tîrmeha 2012'an de dest pê kir Şoreşa Jinê ye.
Dayika Berfo jiyana xwe ji dest da
Di 21'ê Sibatê de, Dayîka Berfo ya 105 salî ya ku 33 salan ji bo kurê xwe Cemîl Kirbayir ê ku di darbeya 12'ê Îlona 1980'an de hat binçavkirin û windakirin bibîne têkoşîn da û jiyana xwe ji dest da. Dayika Berfo li gundê Okçu yê navçeya Golan a Erdexanê hat definkirin. Dayîka Befro ji bo hestiyên kurê xwe bibîne bi salan li Qada Galatasarayê weke Dayîka Şemiyê cihê xwe girt. Dayîka Berfo ji hemû zor û zehmetiyan re serî rakir û ji bo kurê xwe yê di darbeya 12'ê Îlonê de hate windakirin peyda bike ji jinên têkoşer yek bû.
Bi pergala Hevserokatiyê 'Ji rêveberiya cewherî ber bi nasnameya azad ve'
2'yemîn Kongreya Asayî ya Meclîsa Jinan a BDP'ê ya bi slogana "Jina rêxistînî, rizgariya demokratîk û jiyana azad" bi tevlîbûna hezaran jinan pêk hat. Kongre diyarî 3 jinên kurd hat kirin. Di kongreyê de kota jinê derket ji sedi 50. Kongre bi şîara Bi pergala Hevserokatiyê 'Ji rêveberiya cewherî ber bi nasnameya azad ve' pêk hat. Li 34 bajaran ji bo şaredariyê namzet jin hat nîşandan.
HDK'ê 1'emîn Konferansa Jinê pêk anî.
1'emîn Konferansa Jinê ya Kongreya Demokratîk a Gelan di 11-12'ê Gulane de li Stenbolê pêk hat. Ji 17 bajaran 114 jin tev li konferansê bû.
Jinan di vekişandina PKK'ê ya dervê sînor de gotin 'Em muaxil in'
Di 4'ê Gulanê de Hewldana Jinan a Ji bo Aştiyê (BÎKG), ji bo "Pêvajoya çareseiyê" niqaş bikin li Salona Konferansê ya Rektoriya Zanîngeha Bogaziçi bi navê "Jin ji bo Aştiyê Konferansê pêk tînin" pêk anîn. Jin ji Amed Îzmir, Êlih, Mêrdîn, Enqere, Wan, Bûrsa û Stenbolê hatin cem hev.
2'emîn Konferansa Tevgera Jinên Ciwan li Rojava pêk hat
2'emîn Konferansa Tevgera Jinên Ciwan li Rojava bi beşdariya 200 delege û 50 mêvanan hate lidarxistin. Konferans piştî nîqaş û nirxandinên du rojan bi 15 biryar û hilbijartina 15 jinên ciwan ji bo kordînasyonê bi dawî bû. Di konferansê de rapor, sazunameya Tevgera Jinên Ciwan a Şoreşger ku navê tevgerê, kurte nav, sembola tevgerê, armancên tevgerê, mafên endaman, mercên endametiyê, rêxistin, kordînesyona herêman, kordînesyona giştî û zagonên giştî hatin nîqaş kirin.
Ji 26 welatan Konferansa Jinê ya Rojhilata Navîn pêk hat
Di navbera 31'ê Gulanê û 1-2'e Heziranê de 1'emîn Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn ku bi pêşengiya Tevgera Jinan a Demokratîk û Azad (DOKH) ve li Otela Grîn Parkê tê lidarxistin bi panela "Ceribandinên jinan yên di şoreşên rojhilata navîn de û rola wê ya di guhertinên siyasî de" didome. Panela di bin moderatoriya Berdevka Meclîsa Jinan a BDP'ê û aktivîsta DOKH'ê Pelîn Yilmaz û Berdevka Meclîsa Jinana ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Songul Morsumbul ve tê lidarxistin de jinên ji Rojava, Tunus, Irak, Fîlîstîn, Urdun û dewletên din ên rojhilata navîn hatine ceribandinên xwe parve kir. Di konferansê de 9'ê Çile Roja Têkoşîna li dijî Qetilkirina Siyasî hat îlankirin.
Di 21'ê sibatê de jinên DÎSK, KESK, TMMOB û TTB’ê ji bo bêjin "Ji Bindestiya ducar metingeriya ducar re na" û 8'ê adarê bibe destûr fermî kampanya dan destpêkirin.
Jinan ji bo aştiyê li meclisê hevditin pêk anîn
Di 3'ê Tîrmehê de Hewldana Jinan a Ji bo Aştiyê li Meclisê ji bo aştiyek mayinde hevditin pêk anîn.
Di 23-27'ê Îlonê de hevparên DOKH'ê li dijî qetilkirina jinan bi şîara "Em bi jina birêxistin siberoja azad ava bikin" li Stenbol, Mêrsîn Wan û gelek navendên din çalakî pêk anîn.
Li Cîhanê 1 milyar jin gotin 'Di ber xwe bidin Dans bikin û rabin ser piyan"
Tevgera V-Day li dijî tundî, kuştin, tacîz u tecawiza li hemmberî jinê di çarçoveya kampanya "One Billion Rising" de li ser înternetê bang li serhildanê kirin. Piştî bangê yek milyar jin got "Di ber xwe bidin Dans bikin û rabin ser piyan" Jinan diyar kirin ku dê 14'ê Sibatê Roja Bilindbûna Jinê" bibîr bînin.
8'ê Adarê diyarî 3 jinên kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin bû
8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li Tirkiyeyê bi girseyî hat pîrozkirin. Mîtîng li Mêrsîn, Dêrsim û gelek navendên din bi tevlêbûna 10 hezaran jin pêk hat. Di meş û mîtîngên jinan de 8'ê Adarê diyarî 3 jinên kurd ên siyasetmedar hatin kirin.
Di 8'ê Adarê de tundiya polîsan
Di 8'ê Adarê de jin li Stenbol Antakya, Îzmîr, Denîzlî, Muglayê û gelek navendên din jî mîtîng pêk anîn. Jinan di mîtîngan de tundiya polîsan şermezar kir. Jinan li Îzmirê disa tundiya li hemberî jinan kurd şermezar kir. Di mudaxaleya polîsan de jina 12 salî hat kêrkirin. Nêzî 10 jin birîndar bûn.
Di berxwedana Gezi de jin di pêş de bûn
Li Tirkiyeyê di berxwedan u raperîna Gezi de dîsa jin derketin pêş. Li Stenbol, Enqere û Îzmirê û gelek cihên din jinan pêşengiyên çalakiyan kir.
Di heyeta Mirovên Aqilmen de li hemberî 51 zilamî tenê 12 jin hebûn
Hikûmeta AKP'ê ji bo pêvajoya aştiyê heyeta mirovên aqilmend ava kir. Di heyeta mirovên aqilmend de ji 63 kesan tenê 12 jin hebûn. Ji 63 kesan jê 51 kes zilam bûn.
Di DÎSK'ê de gavek yekem
DÎSK'ê di 7'ê Nîsana 2013'an de Kongreya xwe ya Awarte pêk anî. DÎSK'ê yekem car sorekek jin hilbijart û Arzu Çerkezoglu bû Sekretera Giştî.
Ji 81 bajaran 600 jin di forûma STK'ê de hatin cem hev
Di 21-22-23'ê Hezîranê de ji 81 bajaran 600 jinên nûnerên saziyên sivîl ên civakî, di 3'emîn Foruma Saziyên sivîl ên Jin de li hev kom bûn û li ser jiyan û cîhanek bê sînor niqaş meşandin. Jinên ku li hev kom bûn li çareseriya hemû pirsgrêkên jinan rêyên demokrasî û atiyê geriyan û niqaşên berfireh meşandin. Jinên beşdarî Forumê bûn der barê niqaşan û geşedanên pêvajoyê de nerînên xwe parve kirin.
Bahar Leventoglu ji bo paştavê xwe biguhere di 4'ê Îlonê de serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê DMME'e da. Daxwaza parêzer a DMME'ê ya ji bo Betul Tanbay hat erêkirin.
Di 16'ê kanûnê de axaftina parlamentera jin a li meclisê hat şermezarkirin.
Êrîşên wezîr û Serokwezîr ên li hemberî jinê zêde bûn
Di sala 2013'an de êrîşên wezîr û serokwezîrên AKP'ê yên li hemberî jinê zêde bûn. Serokê Karê Diyanetê Mehmet Gormez, got "Heta ku hûn bi tundiya li hemberî jinê mijûl dibin cînayetên li hemberî mirovahiyê asteng bikin". Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan, aciziya xwe ya li hemberî kembûna nifûsê anî ziman û xwest jin zêde zarokan çêkin. Pesnê Wezîrê Karên Hundir Îdris Naim Şahin da û got "Îdrîsê min ji bo nifûsa artêşê zêde bike xebitî ka we çikir" Serokê AKP'î yê Kirikkale Mehmet Demir, Parlamenterê AKP'i yê Tokatê Zeyid Aslan, Cîgirê Serokwezîr Huseyin Çelik, bi gotinên xwe êrîşî mafên jinê kirin.
'Malê stargehe bûn mêvanxane
Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatê di Rojnameya Fermî bi biryarên fermî Stargehên ji bo jinan bi biryarên fermî kirin Mêvanxaneya Jinê"
Mudaxaleyî rêxistinbûna jinê ya serbixwe kirin
Mor Çati, di 26-27'ê Çile de li Salona Zanîngeha Kadir Hasê têkildari ŞONİM-KOZA komxebat hat lidarxistin. Saziyên jinan bertek nîşanî ŞONİM'an dan û anîn ziman ku ŞONÎM li dijî rêxsitinbûn û xweseriya jinê ye.
Navê jinê ji dewletê hat derxistin
Di 14'ê Mijdarê de zagon hat guhertin û navê jinê hat derxistin. Platforma Jinan a Îzmirê, ji ber Komîsyona Wekheviya Mêr û Jinê ya li Meclisê (KEFEK) hat girtin û li şûna wê Komîsyona Polîtîkayên Civakî û Malbatî hat avakirin, bertekên xwe anîn ziman. Platformê, anî ziman ku tevgerên jinan ên bi salan têkoşînê didin û saziyên jinan ên di nava dewletê de yek bi yek tên girtin û navê jinê tê tunekirin.
Jin di 25'ê mijdarê de daketin qadan
Bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser jinê, li gelek bajarên Tirkiyeyê Meclisa Jinan a HDK'ê, BDP'ê û gelek saziyên jinan çalakî li dar xistin. Li gelek navendan bi 10 hezaran jin daketin qadan û tundiya li ser jinê şermezar kir.
Di 25'ê Mijdarê de, Li navçeya Yenişehirê ya Amedê Mehmed Emîn Ç. yê 18 salî hevsera xwe Songul Malkoç (18) qetil kir.
Kuştina jinê polîtîk e
Di salekê de kuştina jinê pir zêde bû. Di 1'ê Îlonê de endama BDP'ê Nazire Sincar, Sarai Sierra ya DYA'î, Akademisyen Serpil Erfindik jî di navde bi sedan jin hatin qetilkirin. Li gorî rapora Bianetê 189 jin hatin qetilkirin. 179 jin rastî tecawizê hatin. 205 jin rastî tundiyê hatin. Di meha çile de 18 jin, di tebaxê de 24 jin, di îlonê de 24 di Cotmehê de 22 jin hatin qetilkirin.
Li gorî rapora Platforma Em dê Cînayetê Jinê Rawestînin di sala 2013'an de 200 jin hatin qetilkirin. Li gorî rapora CHP'ê di sala 2013'an de 842 jin hatin qetilkirin.
Komîsyona Jinê ya Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiye (TGS) bi sernavê “Ne cînnet cînayet" ji rojnamegeran xwest êdî dest ji zimanê kujer û tundiyê berdin.
Di bin çavan de 21 jin rastî tacîz û tecawizê hatin
Ji ber polîtîkayên hikûmeta AKP'ê di bin çavan de tacîz û tecawiz zêde bû. Di sala 2013’an de di bin çavan de 21 jin rastî tacîz û tecawizê hatin.
Endamê LGBTİ'ê hat kuştin
Li gorî daneyên Transgender Europe di sala 2013'an de li cîhanê 238, li Tirkiyeyê jî 34 kesên trans hatin qetilkirin.
'Pir zarokan çêke û pir bixebite'
Wezareta Ewlehiya Civakî û Xebatê Pakêta Îstîhdama Jinê amade kir û xwest jin bêtir zarokan çêkin û bêtir di malê de bixebite.
Jinên betal zêde bûn
Li gorî rapora DİSK-AR'ê di sala 2013'an de hêjmara jinên betal zêde bû.
Serokwezîr Erdogan di 22'ê Gulana 2012’an de xwest kurtajê qedexe bike. Li ser vê yekê pirsgirêka kurtajê zêde bû.
Lêgerîna tasî dest pê kir
Li girtîgehan jin demahatin sirgûnkirin rastî lêgerîna tazî hatin. Di lêgerînê de rastî tacîzê hatin û li hemberî vê yekê bertek zêde bûn. Di sala 2013'an de endamên ETHA'ê li dijî legerîna tazî ya polîsan çalakî pêk anîn û bertekên xwe anîn ziman. Di doza U.S.’de dadgehê rewşa legerîna tazî nedît.
'Jinên penaber rastî tacîz û tecawizê hatin'
Li Dîlokê jinên penaberh ên ji Rojava û Sûriyê hatin rastî tacîz û tecawizê hatin. Di sala 2013'an de li gorî lêkolîna Hevparên Jinan ên KESK'ê ya li Serêkaniyê rastî binpêkirina mafan hatin. Jinan di 18'ê Îlonê de rewşa zextên li ser jinên rojava aşkere kir.
Piştî doza N.Ç'ê tacîza li ser jinan zêde bû
Wezîra Polîtikayên Civakî û Malbatê Fatma Şahin got "Li Tirkiyeyê 125 dozên tacîz û tecawizê tên dîtin" Di wê demê de di doza Sîncanê, Fethiye, doza N.Ç hat dîtin. Doza N.Ç. ku di sala 2002'an de pêk hatibû piştî 12 salan cezayê hatibû birîn ji aliyê dadgeha herêmî ve hat xerakirin. Tecawizkar rastî cezayê herî kêm hatin.
Li Sêrtê cezaşê şermê hat kêmkirin
Li Sêrtê heyeta dadgehê li Midûrê Dibistana Seretayî Fahrettin Kuzu ku li dijî 4 zarokên jin tacîz kiribû ewil 46 sal û 8 meh ceza birî. Heyeta dadgehê piştre li ser halê baş cezayê Fahrettin Kuzu daxist.
Di doza E.A ya Çewkîkê de sûcdar hatin berdan
Li Çewlîk ji 8 leşkerên tecawiz li zaroka bi navê E.A. kirin yek hate girtin. Di encama îtîraza parêzeran çawişê pisporê bi navê Mustafa T. hate girtin û şandin Girtîgeha Tîpa M a Çewlîkê. 8 bersûcên ku di navbera 3 û 15 salan de ceza ji wan dihat xwestin serbest hatin berdan.
Li Enqereyê zaroka 12 salî A.U û zaroka 14 salî C.Y., di nava 3 rojan de 13 caran rasti tecaziwê hatin. Heyeta dadgehe 7 kesên ji dozê girtî tahliye kir û 3 kesên ku C.Y. li wan gilî kiribû jî serbest berda.
Li navçeya Golçukê ya Kocaeliyê zaroka 13 salî O.Y. rastî tecawiza 24 kesan hat Di doza 9 jê girtî 10 kes tên darizandin de dadgehê 4 kes serbest berhda.
Dadgeha 8'emîn a Asliye Ceza ya Amedê der heqê mamoste D.T. de yê di dibistana lê wezîfedar "li hember xwendekaran destdirêjiya cinsî" kir biryara neşopandinê da û dosya şand dadgeha cezayê giran. Aktîvîstên DOKH'ê diyar kirin ku wê şopdarê dozê bin û wiha gotin, "Bi kîjan aqilî mamoste wezîfeya xwe berdewam dike?"
Xebatên jinan
Bi destpêkirina xebatên Navenda Şêwirmendiya Jinê AMÎDA yê navendên şêwirmendiya jinê yên ji aliyê Şaredariyên BDP'ê ve ava bûn, derket 10'an. Civaknasa Navenda Jinê ya AMÎDA'yê Evîn Gulekar diyar kir ku mîsyona wan piştgiriya cîvakî, fîzîkî, hiqûqî û aboriyê bide jinan. Gulekar, balkişand ser Navendên Bergiriya Tundiyan (ŞONÎM) yên ku ji aliyê dewletê ve hatin vekirin û diyar kir ku qadên têkoşîna jina bi rêxistin û xebatên şaredariyan ên der barê jinê tune tê hesibandin.
DOKH'ê ku di 31 gulan-2'yê hezîrana 2013'an da li Amedê Konferansa Jinên Rojhilata Navîn li dar xistibû, konferansa xwe yadî sê siyasetmedarên kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin kiribû. Di encamnameya konferansê de jî gotibû ku salvegera komkujiya Parîsê 9'ê çile dê li hemû erdnîgariyên ku temsîliyeta delegasyona konferansê lê ne, wekî 'Roja çalakiyên li dijî cinayetên siyasî' deklare kiribû. Di vê çarçoweyê de wekî gava yekem niha Kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin. Pêkhateyên DOKH'ê bi daxuyaniya nivîskî derbarê kampanyayê de agahî dan.
Berpirsa Karên Derve ya Yekîtîya Star Helîme Yusif, diyar kir ku di pêşengiya yekîneyên jinan de destkeftiyên mezin bi destxistin û wiha got: "Vîna jinê hat xurtkirin. Jinan înîsiyatifek ava kir. Ev şoreşek e. Vê înîsiyatifê li wir di asta makeqanûnê de metnek amade kir.
Însîyatîfa Dayîkên Aştiyê yên Amedê, li bajarê Amedê di dîroka 5 û 6'ê Cotmehêde 2'emîn Konferansa Dayîkên Aştiyê li darxist û di konferansê de biryara "Meclîsbûnê" girtin. Di 20 Mijdarê de jî biryara "Meclîsbûnê" ya ku girtin li Amedê û navçeyên wî bi tevlîbûna gelek dayîkan xistin pratîkê û bi raya giştî re parkirin. Cara yekemîn di sala 1999'an de li Stenbolê çend dayîkên kurd yên ku zarokên xwe di şerde windakirin, ji bo ku daxwaza aştî û azadiyê bine ziman û bi hemû dayîkan re li hemberî şer têbikoşe li hev kombûn û Însîyatîfa Dayîkên Aştiyê avakirin. Însîyatîfa Dayîkên Aştiyê bi biryara ku girt re dê xebatên xwe li ser bingeha "meclîsan" birêve bibe.
Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan di 29'ê Cotmehêde li dijî avakirina "Dîwarê şermê" yê li navbera Nisêbîn û Qamişlo" çalakiya rojiya mirinê pêk anî û piştî 9 rojan dawî li çalakiya xwe anî. Jinên Eniya Rizgariya Gelê Fîlîstînî ku Leyla Halit jî di navde ji bo piştgiriya xwe ya ji bo Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan bînin ziman, peyam şandin.
Berpirsa Karên Derve ya Yekîtîya Star Helîme Yusif, diyar kir ku di pêşengiya yekîneyên jinan de destkeftiyên mezin bi destxistin û wiha got: "Vîna jinê hat xurtkirin. Jinan înîsiyatifek ava kir. Ev şoreşek e. Vê înîsiyatifê li wir di asta makeqanûnê de metnek amade kir.
(mae)