Li dijî Rojava hewldanên xeter- Tariq Hemo
Hin hêzên Kurd ên xwe mîna 'Hevgirtina siyasî' bi nav dikin di nava hewldanên xeter de ne. Dixwazin qedera Kurdan bixin destê hêzên Ereb ên şoven, bêyî ku ev hêz nasnameya Kurdan binasin. Heman hez kampanyaya reşkirina PYD’ê dimeşînin.
Li rojavayê Kurdistanê prosesa rêvebiriya xweser berdewam dike. Tevî hemû şert û mercên jiyanê yên zehmet, Desteya Bilind a Kurd (DBK) hewl dide gel biparêze û jiyana wî gerantî bike. Dewleta Sûriyeyê ambargoeyek dijwar daniye ser heremên Kurdan. Sotemenî qut kiriye û nema heqdestê memuran dide. Ji ber hindê kar û barê nêzîkî 3 milyon mirov ketiye ser milê Desteya Bilind a Kurd.
Kurdên Rojava yekem car bi rewşeke wiha re rû bi rû ne. Di van şert û mercên zehmet de, çawa dikarin pêdeviyên jiyanê pêkbînin û rê li ber koçberiyek giştî bigrin, lê di heman demê de jî bajar û bajarokên xwe ji êrîşên rejîm û muxalefetê biparêzin. Barekî gelekî giran e. Ev 2 sal hewl tê dayin ku li tevahiya heremên Rojava bingeha sîstemek xweser a demokrat were danîn.
ASTENGIYÊN LI PÊŞIYA XWESERIYÊ
Li himberî bicihanîna sîstema Xweseriya Demokratîk li rojava 2 astengên sereke û bingehîn hene.
Astenga yekem hêzên rejîm û muxalefetê ne, ku her yek ji aliyê xwe ve êrîşî destkeftiyên Kurdan dikin û hewl didin heremên Rojava tevlihev bikin. Rejîma Beşar Esad Kurdan wek îrade qebûl nake. Dixwaze gotin ya wê be. Ji ber hindê ev çend car bi belafirên şer êrîşî gundên Kurdan dike û sivîlan dikuje. Li taxa Şêx Meqsûd a Helebê çekên kîmyewî li dijî welatiyên Kurd û şervanên YPG'ê bi kar anî. Bi taybet piştî derçûna prosesa aşîtiyê li bakurê Kurdistanê û daxuyaniyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, hêrs û êrîşên rejîma Şamê zêde bûn. Li gorî pîlanek bi rêk û pêk, rejîma Esad hewl dide heremên Kurdan bixe bin ambargoyek dijwar û welatiyan bê derfetên jiyanê bihêle. Kurd jî heta ji wan tê xwe li himberî êrîşên rejîmê diparêzin.
Ji aliyekî din hêzên muxalefetê yên çekdar jî êrîşî Kurdan dikin. Ev çend car riyên di navbera bajarên Rojava de qut dikin û otobusan radiwestînin û welatiyên Kurd digrin û dikujin. Beriya hefteyekê li bajarê Dêr el Zor otobusek ku ji Qamişloya diçû Şamê rawestandin û çend welatî kuştin. Ji vê yekê zedetir ew rê li ber Erebeyên barkirina sotemeniyê yên ku diçin Rojava dibrin û nahêlin alîkarî û sotemenî di navbera Koban, Qamişlo û Efrînê de biherikin.
AMEDAKIRAYA ÊRÎŞKIRINA RIMÊLAN
Her wiha bi sedan çekdar şandine nêzî bajarê Rimêlan û Qamişlo yê. Niha armanca mezin a muxalefeta çekdar êrîşkirina Rimêlan e û derxistina kanên petrolê ji bin kontrola hêzên Kurd e. Ev pîlanek dûr û dirêje niha gav bi gav tê pêkanînin. Muxalefeta şoven a Şamê hewl dide Kurdan bê bandor bike û hêza wan a eskerî têk bibe. Kanên petrola Rimêlanê jî ji bin kontrola Desteya Bilind a Kurd derbixe.
Di vê dema dawî de liv û tevgera hêzên çekdar li derdora Rimlêlanê zêde bûye. Bi taybet piştî biryara Yekîtiya Ewropayê ya kirîna petrolê ji muxalefeta Şamê, hewl tê dayin ku Rimêlan ji aliyên komên çekdar ve bête dagirkirin û destûr ji bo Kurdan neyê dayîn vê petrolê bi xwe bifroşin Yekîtiya Ewropayê û hêzên derve. Li gorî komên çekdar û muxalefeta şoven a Şamê, divê Kurd mîna îradeyek azad û xweser neyên nasîn û heremek wan a serbixwe û xwedî hêz û derfet dernekeve holê.
EŞÎRÊN EREB TÊN BIKARANÎN
Pîlanên mezin li dijî YPGê tên rêsan. Komên çekdar yên girêdayî dewleta Tirk niha hewl didin eşîrên Ereban bigrin nava xwe û wan li dijî Kurdan û hêza wan a xweparastinê bikar bînin. Beriya çend rojan li bajarê Til Temirê eşîrek Ereb a bi navê Şerabî êrîşî Kurdan kir û çek bi kar anî. Di encama şerê di navbera çekdarên vê eşîrê û hêzên YPG'ê de bi qasî 10 çekdar hatin kuştin û şervanekî YPG jiyana xwe ji dest da. Li bajarê Hesekê jî beriya demekê dîsa eşîreke Ereb hewl da erîşî nuqteya kontrola ya YPG'ê bike û dîsa şer derket û êrîşkaran windahî dan.
Wek tê zanîn piraniya eşîrên Erebên herema Hesekê û Qamişloyê heta niha girêdayî rejîma Esad in. Wan gelek çek ji vê rejîmê wergirtine û bi hezaran cihê xwe di nava 'Artêşa Xweparasrtina Niştimanî' ya ku rejîmê ew vê dawiyê avakiriye de digrin. Eger rejîm li Hesekê qels bibe û têk biçe, wê ev çekdar tivingê ji milê rastê dewrî milê çepê bikin û yekser tevlî komên çekdar an jî Artêşa Hur bibin. Wê armanca wan a sereke jî gelê Kurd be. Bi taybet li bajarên Hesekê, Serêkaniyê û Til Temirê wê hewl bidin Kurdan terorîze bikin û wan derbider bikin. Li van bajaran eşîrên Ereb hene û ji niha ve êrîşî YPG dikin û hewl didin 'ava Kurdan qam bikin'.
Li himberî vê tahlûkeyê divê amedekarî werin kirin û di warê siyasî -hevdîtin bi eşîrên Ereban û xurtkirina Komisyona Biratiya Gelan- û eskerî -xurtkirina hêzên YPG'ê- de tedbîrên cidî werin stendin.
Astengiya duyemîn jî hin hêzên Kurd in yên ku ev demeke li dijî PYDê û YPG dest bi xebatek siyasî û eskerî kirine. Bi taybet li vir jî hêza bi navê (Hevgirtina Siyasî) ya ku ji 4 partiyên marjînal pêk tê, derdikeve rojevê. Ev çarçoveya nû li Hewlerê hate damezrandin û tê gotin ku bi biryar û pîlana PDK'ê ava bûye. Di warê ragihandin û propagandaya xîtaba wê de, beşek di Zagros TV de hatye vekirin. Her roj bi qasî çend satan bi zimanê Kurdî propaganda ji bo vê 'hevgirtinê' tê kirin û bi awayekî sîstematîk û bi rêk û pêk êrîş li dijî PYD û YPG'ê tê kirin. Kampanyayek reşkirinê tê bi rêvebirin. Di warê eskerî de jî ev 'hevgirtin' hewl dide hin yekîneyên eskerî ava bike. Ev yekîne dê ne li himberî rejîma Esad û komên çekdar şer bikin û gel biparêzin, lê dê şerê YPG'ê bikin. Hemû daxuyaniyên ku ji van 'yekîneyan' derdikevin, YPG hedef digrin. Jixwe tê gotin ku têkilyên van 'yekîneyan'” û hin komên çekdar hene û hevkariyek vê dawiyê di navbera wan de peyda bûye. Ji ber hindê beriya çend heftiyan ji aliyê YPG ve du 'rayedar' ên van 'yekîneyan' li Hesekê û Qamişloyê hatine binçavkirin û niha ji ber 'têkilyên bi komên çekdar ên Ereb re', derheqê wan de lêpirsînê hatiye destpêkirin.
Jixwe her roj daxuyanî ji aliyê berpirsyarên vê 'hevgirtinê' li dijî PYD'ê tên dayin. Vê dawiyê li ser zimanê Hekîm Beşar (Serokê PDK-Rojava) û Mistefa Cuma (Serokê Partiya Azadî) daxuyaniyên tund û dijminane li dijî PYD'ê hatine dayin. Wan PYD û YPG wek 'hêzên faşist' li qelemê dan. Her wiha prosesa reşkirina PYD'ê li cem hêzên muxalif ên Ereb berdewam im. PYD mîna 'hevkara rejîma Esad' dinasin û li dijî wê soza “berxwedanê” didin. Armanc û hêviya wan peydakirina şerekî mezin di navbera YPG'ê û Artêşa Hur de ye, ku di vî şerî de YPG qels bibe û ew sûdê werbigrin û xwe mîna alternatîv derxin meydanê.
Di vê dema dawî de Hekîm Beşar pêwendî li gel muxalefeta Stenbolê danî û diyar kir ku ewê tevî vê muxalefetê bibe. Beşar ji ber hebûna nakokiyan di nava hêzên 'hevgrtinê' de got eger nebe, dawî ewê wek partî bi tena serê xwe tevî muxalefeta Stenbolê bibe. Niha tê gotin ku PDK ji siyaseta Beşar ne razî ye û pîlan dike wî ji serokatiya partiyê dûr bixe. Bi taybet ev hizr xurt zêde bû piştî ku komek endamên (PDK-Rojava) li dijî Beşar daxuyaniyek belavkirin, tê de nerazîbûn li himberî siyaseta wî nîşan dan. Divê were gotin ku karê ev 'hevgirtina siyasî' dike pir xerabe û ji bo Kurdên Rojava tehlûkeyeke mezin e. Ew hewl dide qedera Kurdan bixe destê hêzên Ereb ên şoven, bêyî ku ev hêz nasnameya Kurdan binasin û xweseriya heremên Rojava erê bikin. Her weha ew hêza YPG tehdîd dikin û hewl didin hêzek eskerî li himberî wê ava bikin. Eger hat û ev hêz peyda bû, dê şerê birakujiyê pêşbikeve. Ew kesên ku partiyek pêşeng û xwedî ewqas qurbanî mîna 'faşist' binasin, dê qet didil nebin hêzê jî rojekê li dijî wê bikar bînin, eger hat û ku 'hêz' li ber destê wan peyda bû.
ÊRÎŞÎ ŞEX MURŞÎD XEZNEWÎ KIRIN
Jixwe em ji bîr nekin ku beriya çend demek kurt li bajarê Nerwêçê hin kesên xwe bi ser vê 'hevgirtinê' hesab dikin, êrîşî oldarê Kurd Şêx Murşîdê Xeznewî kirin û jê xwestin ku nema derbarê siyaseta Hekîm Beşar de rexne û şîroveyan bike. Şêx Murşîd di Ronahî TV de Beşar rexne kiribû û jê xwestibû ku hewledanên xwe yên ji bo têkbirina yekîtiya Kurdên Rojava rawestîne û cihê xwe di nava Desteya Bilidn a Kurd de bigre. Niha polîsên Nerwêçî derbarê vê êrîşê de lêpirsînê dikin.
Wekî din hin kes di malperên Internet û di Facebookê de jî bi biryara vê 'hevgrtinê' li dijî PYD kampanyaya reşkirinê dimeşîni. Tevî ku ev kes di nava civaka Kurd de bê bandor û marjînal in jî, lê dîsa bi şêweyekî rêk û pêk û organîzekirî dixebitin û hewl didin muxalefeta Ereb li dijî PYD û YPG 'ê sor bikin.
JI HEVKARIYA BI DIJMIN RE NA!
Li rojava yekîtiya Kurdan pêşketî ye. Niha hemû partî li gel PYD di Desteya Bilind a Kurd de kar dikin. Ew YPG wek hêza fermî ya Kurdên rojava dinasin. Beriya demekê jî serokên van partiyan hevdîtin li gel Serokê Konseya Rêveber a KCK'ê Murat Karayilan pêkanîn. Soza hevkarî û yekîtiyê dan. Lê tenê ev partiyên qaşo Hevgirtina Siyasî ji refê Kurdan veqetiya ne. Bi ya min ew dikarin wek muxalefet li himberî Desteya Bilind a Kurd tevbigerin. Bila kar û barê vê desteyê bişopînin û serast bikin. Bila rexneyan bikin. Lê nabe ku hêzek eskerî ya alternatîv ava bikin. Ji ber ku di cîhanê de muxalefet nîne ku hêza wê ya eskerî heye. Her weha muxalefet nîne ku pêwendiyan bi neyarên gel û sîstema welatê xwe re dike. Ev yek divê wek xêzek sor were diyarkirin.
Eger ev 4 partî xwe mîna muxalefetek demokrat binasin û berjewndiyên Kurdên Rojava biparêzin, mafê wan yê karê siyasî û çavdêriyê heye. Divê rêz ji vî mafî re were girin. Lê eger ew hewldanên xwe yên bêbandorkirina Desteya Bilind û YPG'ê û têkiliyên bi komên çekdar re berdewam bikin, divê tu carî derfet ji bo wan neyête dayin ku bi hêz bibin û karibin li himberî yekîtiya Kurdan rawestin û binin asteng. Eger hêza wan peyda bibe dê hemû axaftinên xwe bikin praktîk û dest bi şerê birakujiyê bikin.
Divê ezmûna başûrê Kurdistanê ya birakujyê li Rojava dubare nebe.
Ji muxalefeta niştimanperwer û demokrat re erê… Lê ji hewldanên wek hêzek alternatîv û bi neyarên Kurdan re hevkariyê na..!