Li dijî rêzefîlmên nijadperest çalakî
A+
A-
Li Amedê li dijî wesayîtekî kêşana rêze filman rastî êrîşa molotof û bombeyên deng hat. Înîsiyatîfên Ciwanên Apoyî êrîş girte ser xwe.
Li gorî agahiyên ku hatine standin, dema ku li taxa Sûrîçî Xançepek dîmenên rêze filmê bi navê ‘Ayriliklar olmasaydı ben ve sen’ rastî êrîşa molotofkokteylî û bombeyên deng hat. Hat hînbûn ku, wesayîta kêşana rêze film şewitiye û êdî kêrî bikaranînê nayê.
Koma bi navê Înîsiyatîfên Ciwanên Apo’yî êrîş girt ser xwe. Komê aşkera kir ku, çalakî ji ber filmên nîjadperest û şovenîst yên li dijî gelê Kurd hatiye kirin. Her wiha bilêv kir ku, “Gelê Kurd yê ku bi çandekî bi onûr jiyan dikin, yên ku bi xwazin bi senaryoyên rezil bi onûra gelê Kurd bileyîzin wê me li hemberî xwe bibînin.”
ANF NEWS AGENCY
Bêjeyên Miftehî li,dijî,rêzefîlmên,nijadperest,çalakî