"Li dijî sîstema perwerdeyê hewldan hene"
Yekîtiya Mamosteyan: Li dijî sîstema perwerdeyê hewldan hene
SUNDAY, 20 APRIL 2014 07:44 E-mail Ji bo çapkirinê PDF inShare KOBANÊ - Yekîtiya Mamosteyan a Kobanê diyar kir ku hin alî bi awayekî veşartî û bê ku agahiya Saziya Perwerdeyê pê hebe pereyan li hin mamosteyan belav dikin. Yekîtiya mamosteyan destnîşan kir ku aliyên behsa mijarê bi armanca têkbirina sîstema perwereyê vê yekê dikin.
Têkildarî mijarê Yekîtiya Mamosteyan daxuyaniyek niviskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku aliyê ku pereyan li hin mamosteyan û bê agahiya saziyên têkildîdar armancdikin ku sîstema perwerdeyê ya herêmê têk bibin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di dema sala xwendinê ber bi dawî diçe û ezmûnên dawiya salê nêzîk dibe ev aliyê nayê naskirin bi hinceta ku dê pereyan li wan belav bikin bi mamosteyên fermî û yên bi dildarî dixebitin re axivîn.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku belavkirina pereyan bi awayekî keyfî pêk hatiye û wiha hate gotin: ''Tevlî ku di lîsteyên me de zêdeyî hezar mamosteyên ku bi awayekî dildarî li seranserî herêma Kobanê dixebitin heye, lê belavkirin bi awayekî keyfî pêk hat. Em di vê yekê dibinin ku niyeta van aliyan ew e ku sîsteyam perwerdeyê ku li herêmê hatiye runişandin têk bibin pêk hatiye.''
Yekîtiya Mamosteyan di daxuyaniya xwe de tekez kir ku ew ne li dijî wê ne ku alîkarî li mamosteyan bê belavkirin û daxuyanî wiha hate domandin: ''Em ne li dijî belavkirina alîkariyan e, lê bi rastî pêwîste alîkarî li hemû mamosteyan û bi awayekî wekhev hatiba belavkirin. Li ser vî esasî em bang li aliyên têkildar ku dilê wan li ser herêmê be pêwîste bi rihê berpirsyariyê tevbigerin û di serî de sîstema perwerdeyê ya herêmê pêşbixin.''
Di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hewldanên bi vî rengî ku li derveyî sîstema saziyên heyî pêk tê dê biser nekevin û vala derkevin.
(ie)