1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li dijî tevgera leşkerî ya Colemêrgê bertek
Li dijî tevgera leşkerî ya Colemêrgê bertek,li,dijî,tevgera,leşkerî,ya,colemêrgê,bertek

Li dijî tevgera leşkerî ya Colemêrgê bertek

A+ A-

COLEMÊRG (DÎHA) - Jinên di konê li Colemêrgê hate vedan de nobetê digirin bertek nîşanî tevgera leşkerî ya li Geliyê Zê pêk tê dan û li ser vê yekê endamên komîsyona şopandinê bi Waliyê Colemêrgê re hevdîtin kirin.

Komîsyona Şopandinê ya Colemêrgê têkildarî tevgera leşkerî ya Geliyê Zê li ber konê hatî vedan daxuyanî da çapemeniyê. Serokê Şaxa MAZLUMDER'ê ya Colemêrgê Cengîz Şen, ji parêzerên Baroya Colemêrgê Erol Çalli û Rêveberê Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê Ferzende Taş serê sibê bi jinên di kon de nobetê digirin bertek nîşanî konvoya leşkerî ya ber bi Geliyê Zê ve çûn dan hevdîtin pêk anîn. Endamên komîsyonê pişt re bi Waliyê Colemêrgê re hevdîtin pêk anîn. Piştî hevdîtinê endamên komîsyonê ji jinên di kon de agahî dan û pişt re li ber kon daxuyanî li dar xistin.

Serokê Şaxa MAZLUMDER'ê yê Colemêrgê Cengîz Şen, diyar kir ku hevdîtinên bi rayedaran kirin wesayîtên leşkeran ji yekîneyên leşkeriyê yên li Geliyê Zê re erzaq û muhîmat birin û tu operasyon tunene agahî dan wan û wiha got: "Di saetên êvarî de hinek wesayîtên leşkerî ji Fermandariya Tugaya Komando ya Colemêrgê ber bi konê aştiyê de derbas bûn û ciwan û jinên kon de bertek nîşanî vê yekê dan. Ligel bertekên welatiyan wesayîtên leşkeriyê riya xwe berdewam kirin. Li ser vê yekê me bi walî re hevdîtin kir. Got tu operasyon tunene û teqez ew destûra vê yekê nadin. Li ser vê yekê me rewş ji kesên di kon de re vegotin. Em bang li hemû kesî dikin ku baldar bibin."

(bd)