1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Li Dijî Înan Skandalek Din
Li Dijî Înan Skandalek Din,li,dijî,înan,skandalek,din

Li Dijî Înan Skandalek Din

A+ A-

AMED - (ANF) Rektora Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Ayşegul Jale Saraç, ku heta niha gelek astengî danîn pêşiya Hîndekarê Fakulteya Îlahiyatê ya Zanîngeha Dîcleyê Doç. Dr. Ahmet Înan, vê carê jî astengiyek derxist. Înan ku 10 meh in li nexweşxaneye tê dermankirin û li gorî hêjmara 5510'an a zagonî hêj 90 roj mafê dermankirinê heye, ji ber astengiya rektoriyê nehat tedawîkirin.

Hîndekarê Fakulteya Îlahiyetê ya Zanîngeha Dîcleyê Doç.Dr. Ahmet Înan ku carekê ji zanîngehê hate dûrxistin û piştî dadgeha îdarî doz qezenç kir dîsa li zanîngehê vegeriyabû. Înan ku 10 mehin li nexweşxaneyê tê dermankirin, niha jî ket ber xezeba Rektora Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Ayşegul Jale Saraç û dermankirina wî hate astengkirin. Înan ku demek dirêje tê dermankirin, ji bo îlacan bigire çû nexeşxaneyê. Lê piştî ku Înan çû nexweşxaneyê û rayedaran li agahiyên nasnameya wî nerîn, bersîva "em êdî te derman nakin" dan Înan. Înan, anî ziman ku li gorî hêjmara 5510'an ya zagonê hêj 90 roj mafê wî yê bê dermankirin heye, lê rastî astengiyan tê. Înan, da zanîn ku li ser vê astengiyê wî bi Serhekîmê nexweşxaneyê re hevdîtin kir û mijar vegot. Înan, anî ziman ku berî vê bûyerê înterneta xaniyê wî yê ku lê dima hate qutkirin û niha jî dermankirina wî tê astengkirin. Înan, da zanîn ku niha dixwazin bi awayekî fîzîkî wî îmha bikin û wiha axivî: "Ez nizanim çima li min hatine xezebê. Çima ji min wisa hêrsin. Birêz Rektor vê erka xwe ya îxtîdarê li dijî edaletê û hiqûqî bikar tîne. Ez niha ji ber vê xezeba Rektor Saraç mexdûr bûme."

'LI DIJÎ MIN ŞAREKÎ TAYBET DIDIN MEŞANDIN'

Înan, da zanîn ku kesekî dîlgirtinê şer bin jî rastî van binpêkirinan nayên û li dijî wî şerekî taybet û psîkolojîk tê meşandin. Înan, anî zimn ku li gorî zagon û hiqûqê hêj mafê wî yê bê dermankirin heye, lê bi zanebûn û bi armanc mafê wî yê dermankirinê asteng dikin. Înan, da zanîn ku ew li hemberî vê yekê bêdeng namîne û dê mafê xwe bi riya hiqûqê biparêze.


Bêjeyên Miftehî