1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li dijî Şaredariya Hezexê topebaran
Li dijî Şaredariya Hezexê topebaran,li,dijî,şaredariya,hezexê,topebaran

Li dijî Şaredariya Hezexê topebaran

A+ A-

ŞIRNEX (DÎHA) - Hêzên dewletê li navçeya Hezexê, avahiya şaredariyê topebaran kirin û ala tirk li avahiyê daliqandin.

Li navçeya Hezexê ya Şirnexê êrîşên hêzên dewletê di roja 13'emîn de berdewam dike. Hedefa êrîşan vê carê jî bû avahiya Şaredariya Hezexê. Hêzên dewletê yên ku ji duh şevê ve ye li dijî taxa Turgut Ozal zêdetir kirin, li ser cadeya Alanyayê jî avahiya şaredariyê kirin hedef. Di encama êrîşa hêzên dewletê de hin diwarên şaredariyê hilweşiyan.

Hêzên dewletê ku êrîşa li dijî şaredariyê bes nedîtin ala tirk li avahiya şaredariyê dalipandin.

(sa)