Li Diyana piştgirî ji bo grevên birçîbunê
Li herêma Federal a başûrê Kurdistanê navçeya Diyanaya girêdayî qezaya Soran ji bo grevên birçîbunê piştgrî hat dayîn û hukumeta AKP'ê hat şermezarkirin.
Li herêma Federal a başûrê Kurdistanê her ku diçe piştgiriya ji bo grevên birçîbunê yên li Tirkiye û Kurdistanê ku ji aliyê zindaniyên PKK û PAJK'ê ve hatî destpêkirin zêde dibe. Li ser vê yekê îro jî li Diyana ya ku navçeya qezaya Soran a li başurê Kurdistanê ye ji aliyê 18 saziyên sivîl ve çalakiyek ya piştgiriyê hat sazkirin.Hat zanîn çalakî ji aliyê 18 saziyên sivîl yên li Diyanayê ve hat sazkirin û dinava wan de bi sedan kes amadebun, ku di nava wan de rewşenbîr, hunermend, jin, ciwan û zarok jî hebun.Çalaki li parka giştî ya Diyanayê pêkhat. Di çalakiyê de daxwiyanek hat xwendin. Hat zanîn ku di daxwiyaniyê hat xwestin ku hemu girtiyên siyasî yên li Tirkiye û Kurdistanê di zindanan de werin azadkirin..
Pêwîste Ocelan azad bibe
Dîsa di daxwiyanê de ji gelê Kurd hat xwestin ku piştgiriya xwe ya ji bo gelê bakurê Kurdistanê bînin ziman û dengê xwe bilind bikin. Daxwiyani wiha dewamkir. "Divê dewleta Tirkiye bizane wê zutirîn roj were ku gelê Kurd bigihe mafê xwe û li ser xaka xwe jiyan bike û wê ew siyaseta ku dewleta Tirk li hemberî gelê Kurd di meşîne bê şikandin û ruxandin." Herwiha di dawiya daxwiyaniyê de hat gotin ku divê dewleta Tirkiye Rêberê PKK'ê Abdullah Ocelan azad bike, Kurd bi zimanê xwe bixwinin, cihên dîrokî yên Kurdistanê werin parastin, divê pirsgirêka Kurd bi rêya diyalogê were çareserkirin. Piştî daxwiyanî hat xwendin gel bi awayekî asayî belavbu.
DİHA